Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya nameyek şand û diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan dê bi tevlibûna 30 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya nameyek şand û diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dê bi tevlibûna 30 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. Kaya bang li hemû derdorên demokrat, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û akademîsyen kir ku li dijî rejîma Erdogan tev li berxwedana wan bibin.
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiye’yê, bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, di 27’ê Mijdarê di roja damezirandina PKK’ê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a 10 rojan kiribûn. Di vê çarçoveyê de li 117 girtîgehan, zêdetirî 600 girtî ketibûn greva birçîbûnê. Têkildarî mijarê li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, Denîz Kaya nameyek şand û da zanîn ku dê di 16’ê Kanûnê de bi tevlêbûna 30 girtiyan, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin.
Nameya Denîz KAYA wiha ye
“Li dijî îşkenceya ku faşîzma qirker a AKP-MHP’ê li ser gelan ferz dike, li ku derê dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin. Her çiqas rejîma dîktayê hewl bide çalakiya gelên me yên ku tecrîdê red dikin û xwedî li Rêbertiya me derdikevin bitepisîne jî, dê nekare bi ser bikeve. Dixwazin gelê Kurd ên ku li derve ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo ketine greva birçîbûnê; bi serdagirtin, binçavkirin û girtinan bişikînin. Lê ev hewldan dê bênemcam bimînin. Em weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Herêm û Tirkiyeyê, radigîhînin ku em çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a di 27’ê Mijdarê de hatibû destpêkirin, mezintir dikin.
Em bi rastiya dewleteke ku daxwazên gelan ji nedîtî ve tê û qurbanî egoya rejîma yekzilamî dike re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê jî di vê rewşa heyî de ji bilî berxwedanê, tu alternatîfên me yên din nînin. Rejîma faşîst û qirker a Erdogan ku tehemûla gelê kurd û hilbijartiyên wan nake, dibe ku em dîlgirtî bin lê divê bê zanîn ku em teslîm nabin.
Rejîma Erdogan ku welat ber bi aloziyê ve dibe, meşandina polîtîkaya bi xwînî ji bo xwe weke mafeke rewa dibîne û bi ser sivîlan de bi tonan bombeyan dibarîne. Ev jî nîşan dide ku rejîma Erdogan bi temamî ji mirovahiyê derketiye. Bombebarana li dijî Mexmûrê û di heman demê de êrîşên li dijî Şengalê, bêtehemûliya faşîzmê ya li hemberî gelê kurd e. Di rewşa heyî de em ê li hemberî polîtîkaya mezinkirina şer a desthilatdariya faşîst a qirker, bêdeng nemînin.
EM DEST BI GREVA BÊDEM Û BÊDORVEGER DIKIN
Em weke girtiyên PKK û PAJK’î, ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me, heta ku em digihîjin armanca xwe dê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bidomînin. Di vê çarçoveyê de, dê di 16’ê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, Girtîgehên Gebze, Kandira, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê û Girtîgeha Panos a Agiriyê 30 hevalên me dest bi çalakiya greva bêdem û bêdorveger bikin.
Heta ku tecrîd bê şikandin jî dê her 10 rojan carekî bi tevlibûna girtîgehên cuda, çalakiya me ya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dê bidome. Tekane rojeva me, şikandina tecrîda girankirî ya li ser Ocalane. Bi vê boneyê jî heta ku em encamê bi dest dixin dê çalakiya xwe berdewam bikin.
Di vê çarçoveyê de em bang li hemû derdorên demokratîk, li rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar, hunermend û parêzvanên demokrasiyê dikin ku xwedî li berxwedana me ya bi rûmet derkevin û vedixwînin berxwedana li dijî rejîma Erdogan.”