Di şeva 13’ê Kanûna 2018’an de balafirên şer yên dewleta Tirk êrîşê wargeha penaberan a Mexmûr û hinek deverên Şengalê kirin. Êrîş carek din li hemberî sivîlan hat kirin û di encamê de sivîl şehîd ketin. Li hemberî êrîşan îro li Şengalê meşek bi heybet hat lidarxistin. Gelê Şengalê daketin qadan û êrîşan şermezar kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di şeva 13’ê Kanûna 2018’an de balafirên şer yên dewleta Tirk êrîşê wargeha penaberan a Mexmûr û hinek deverên Şengalê kirin. Êrîş carek din li hemberî sivîlan hat kirin û di encamê de sivîl şehîd ketin. Li hemberî êrîşan îro li Şengalê meşek bi heybet hat lidarxistin. Gelê Şengalê daketin qadan û êrîşan şermezar kirin.
Meş li ber derê Meclîsa Gel a navçeya Sinunê destpêkir û bi dirûşmeyên ‘Bimre xiyanet, Bijî Êzidîxan’ heya dawiya navçeya Sinunê dewam kir. Di meşê de panqartên ‘Pêwîste Hikumeta Iraqê helwesta xwe nîşan bide’ hatin rakirin. Piştî ku meş gihişt dawiya Sinunê veguherî mitîngê.
Di mitîngê de Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêwîste Hikumeta Iraqê êdî helwesta xwe a li hemberî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Şengalê diyar bike.
Daxuyanî wiha domkir: “Em weke gelê Şengalê êrîşan bi tundî şermezar dikin, dewleta Tirk dixwaze weke ku di dîrokê her tim êrîşê Şengalê kirî, carekdin êrîş bike. Ev êrîşên ser Şengalê hemu ji bê helwestiya Hikumeta Iraqê pêktên. Pêwîste ev êrîşên li ber çavê Iraqê pêktên, bên dîtin û êdî helwestek zelal nîşan bidin.”
Piştî daxuyaniyê Hevserokê navçeya Sinunê Xwedêda Çûkê jî axivî û got: “Li rexmê Iraqê jî dewleta Tirk êrîşên xwe pêktîne, em bang li Iraqê dikin daku erkê xwe pêkbîne. Pêwîste Iraq rê li ber êrîşên dewleta Tirk bigre. Şengal jî parçeyek ji Iraqê ye û êrîş ji derve tê kirin.
Herî dawî mitîng bi dirûşmeyên ‘Bijî Êzidîxan’, ‘Bimre xiyanet’ bi dawî bû.