Erdal Eren a ku di cuntaya faşist a 12 ilonê de bi mezinkirina temenê wî ya biçuk darve kiribû li Dersîm’ê di sala 38′ emîn de hat bibiranîn.
DERSÎM- Erdal Eren a ku di cuntaya faşist a 12 ilonê de bi mezinkirina temenê wî ya biçuk darve kiribû li Dersîm’ê di sala 38′ emîn de hat bibiranîn.
Ciwanên Partiya Ked’ê (EMEP) Dersim’ê 38′ emîn salvegara Erdal Eren ku di sala 1980 ji bo ku were darve kirin temenê wî ji aliyê dewleta dagirker hatibû mezinkirin li navenda Partiya Ked’ê hat bîranin. Di bîraninê de rêveberiya bajêr ê EMEP’ê Ergîn Tekîn axîvî. Tekîn di axaftinê xwe de got ku ”Nifşê 68’an di Tirkiye de gelek milên têkoşînê hebû yê herî peş jî li hember emperyalizmê têkoşîn bû. Bi vê milê xwe li hember Amerîka’yê û li dijî NATO’yê têkoşênek bi hevkariya gundî û karkeran da meşandin. Ji nifşê 68’an tiştê kû herî zêde em fêrbibin heta mirinê berxwedan û biryarbuna wan e.
Ji Ciwanên EMEP’ê jî Sercan Încesu balkişand li ser peşeroja ciwanan û got ku ”Di zaningehan da îxraç tê kirin, dixwazin krîza ku tê jiyîn bavêjin li ser milê ciwanan. Li hemberê van pêvîste em bibin şopdarê Erdal’an. Bibîranîna Erdal’ê tenê rojekê bîrananînê nîne her roj ew bîranin û li ser rêça wî meşan e.