Xwendekarên Zaningeha Sitki Koçman li dijî bihabûna kirêyên xaniyan derketin kolanan û protesto kirin.
MUĞLA- Xwendekarên Zaningeha Sitki Koçman li dijî bihabûna kirêyên xaniyan derketin kolanan û protesto kirin. Ruxmê ku baranek şid jî dibariya xwendekaran derketin derve bi pankartên xwe rewşa ku dijîn protesto kirin.
Xwendekaran Qada Bêsînorî de di seat 17:00 de kom bûn. Xwendekaran dovîzên ‘sibê xwendekar, êvarê karker’, ‘Xaniyên 1+1 di bihaya Rezîdansê ye’ ‘Li Koteklî Xaniyên Bihara Bêje Rawest e’’ hildan.
Li ser navê komê Xwendekarê Fakulteya Zanîstê Werzîşê Emre PANDUR got ku ‘’Ji ber sedema bihabûna xaniyan em nikarin ji perwerdeya xwe re lêhûr bibin. Xanî bi bihaya pir bilind tê dayîn. Em ê bi her cure rê bikarbînin û mafê xwe bigerin.