Gefên dagirkirinê Serokçete Erdogan û artêşa dagirker yê Tirk li dijî Rojava û Bakurê Suriye dewam dike. Di hinek cihan de jî êrîş berdewam dikin. Bi rêya çapameniya şerê taybet bi nûçeyên asparagas dixwazin bandorekê psikolojik bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Gefên dagirkirinê Serokçete Erdogan û artêşa dagirker yê Tirk li dijî Rojava û Bakurê Suriye dewam dike. Di hinek cihan de jî êrîş berdewam dikin. Bi rêya çapameniya şerê taybet bi nûçeyên asparagas dixwazin bandorekê psikolojik bikin.
Ji bo êrîşê dewleta dagirker yê Tirk li ser sînor tevgera leşkerî tên zêde kirin. Li beramberê Serêkaniyê li Ceylanpinar’ê hate dîtin ku dewleta Tirk yê dagirker ji ber tirsa xwe ya YPG/YPJ’ê xendekan dikole. Berê ku ji bo YPG/YPJ’ê serokçete Erdogan digot vana xendekan dikolin û her derê propagandayê reş dikirin îro artêia dewleta Tirk xendekan dikole lê kes behsa wê nake.
Xendekên ku hatine kolandin di firehiya xwe de 2 metro di kurahiya xwe de jî 3 metro ne. Xendek ji aliyê makineyên kare yên dewleta dagirker ve tê kolandin.