NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijara êrîşên hewayî yê dewleta dagirker de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
“15’ê Kanûnê saet 14.30’an û 15.00’an balafirên artêşa TC’ê a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li herêma Heftanînê Girê Kartal û Girê Golka yê herêma Metîna bombe kirin. Di vê bombekirinê de ti ziyan negihaye hêzên me.
14’ê Kanûnê berêvarê balafirên şer ên artêşa dagirker qada Lêlîkanê ya herêma Sidekan a Başûrê Kurdistanê û derdora Çemê Lolanê dan ber bombeyan. Di vê êrîşê de 2 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Egîd Hewraman
Nav û Paşnav: Yûsûf Soyler
Rojbûn: Şirnex
Dayik-Bav: Sevîm-Bişar
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Kanûna 2018 / Lêlîkan
Nasnav : Sîpan Botan
Nav û Paşnav: Dana Xazanî
Rojbûn: Serdeşt
Dayik-Bav: Kejal – Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Kanûna 2018 / Lêlikan
Herdu hevrêyên me yên ku hê zû hay ji polîtîkayên qirkirinê yên mêtingeriyê çêbûn, tevlî nav refên Gerîlayên Azadiyê bûn û ji roja ku tevlê bûne, bi moral û coşekê bûne û her wiha hêrs û kîna xwe ya li bara dijmin tûj kirin û xwe perwerde kirin. Hevrêyên me Sîpand û Egîd ji bo ku di têkoşîna azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê de timî li refên pêş bin, bi biryardarî bi erk û berpirsyariyên xwe rabûn. Wezîfeya herî girîng a me ye ku em ala wan her li ba bidin. Bi vê çarçoweyê em du hevrêyên xwe bi hurmet bi bîr tînin, em sond dixwin ku em ê li Kurdistaneke azad xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin. Em sersaxiyê didin malbatên xwe yên hêja yên şehîdan û gelê Kurdistanê.”