Yekîneyên Berxwedana Şengalê bi daxuyaniyekî ragihandibû ku di encama êrîşên Tirkiyê de 3 welatiyên sivîl şehîd bûne. Îro nasnameya her sê şehîdên sîvîl hat eşkere kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê îro bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên her 3 welatiyên ku 13’ê Kanûnê di encama êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûye eşkere kir.
Daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê wiha ye; “Sê welatiyên ku şehîd bûne piştî azadkirina Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ’ê di şertên zehmet yê gelê me yê Êzîdî de ji bo dabînkirna pêwîstiyên av û çêkirina binesaziya wê ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk ve hatibûn erkdar kirin. Ji wê demê ve heya niha ev welatparêz xebatên xwe bênavber domandin û gelek bîrên avê ku çêkirin xistin xizmeta gelê me. Her sê welatparêz 13’ê Kanûna 2018’an de di encama êr3işa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst û qirker de şehîd bûne.
Wê gelê me yê Êzidî ti carî ked û hewldana van welatparêzên me ji bîr nekin û minnetdar bin. Em sersaxî ji malbatên van mirovên me yên welatparêz re dixwzin û soza xwedî derketina li bîranînên wan didin.”
Nasnameyên şehîdan wiha ye,
Mihemed Xan Temmo jin gundê Helinc yê Kobanê
Mistefa Salih Berkel Hacî ji gundê Qeryet-el Qird (Qulan) Kobanê
Xelîl Xalit Cio ji gundê Qerêlî ya Kobanê