Dîroka Enternasyonalîzm– Enternasyonal a Ciwanan a Komunîst
”Tenê ciwanên sosyalîst dikarin bingeheka rast û saxlem ji bo Enternasyonaleka nû avabikin. Ciwan hilgirên pêşerojê, ciwanên ku ne giredayî dema borî ne û yên ku di benda jiyana bê û peşeroje de ne; jehrê hestên bûrjvar hin neketin dilê ciwanan û fikirê wan ji îdeolojiyên serdemên borî naye xapandin. Ciwanên karkeran yên teze, egîd, şoreşger û fedayî, yên ku pêş de hertim pêş de diçin!“
[Alexandra Kollontai, Marksîsta Rûsî, 01.09.1915]
Bingeha her tevgera ku dixwaze civakeka nû biafrîne pêwîst e ciwan bin. Rola pêsengtiya ciwanan di dîroka berxwedan û şoreşê de pir mezin û giring e û em wekî Komîna Enternasyonalîst îro ser vê mîraseyê têkoşin dikin. Ji bo giringiya vê dîrokêe taybet derketinên hereketên ciwanan yên xweser û cûr bi cûr di dema salan 68‘an de tên esas girtin. Lê dîroka rêxistinên ciwanan di destpêka sedsala 20‘mîn zêde nehatiye naskirin. Ji ber vê jî erka me ye ku em dîroka ciwanên şoreşger ronîbikin û nehêlin ku van tecrûbeyên girîng tên jibîrkirin. Ji ber vê em dixwazin taybet lêkolîna xwe li derbarê dîroka Enternasyonala ciwanan a komunîst (KJI)bidin naskirin. Ew rêxistina ciwanan a enternasyonalîst tevgera siyasiya ciwanan a herî mezin a ku di dîrokê de hatiye dîtin e. Lê mixabin tenê pir kêm derbarê Enternasyonala Ciwanana Komunîst (KJI) tê naskirin.
Dîroka Enternasyonala Ciwanan a Komunîst (KJI)
Enternasyonala Ciwanan a Komunîst di 20‘ê mijdarê 1919 de bi beşdarbuyîna delegeyên ji 14 welatan û komîteya rêverberiyê li Berlînê hatiye damezirandin. Armanc û xeyalên van ciwanên şoreşger belavkirin û berdewamkirina şoreşa Rûsyayê cotmehê 1917 bû. Piştî Petrograd ber bi Berlînê ve.
Ferq û cûdatiya navbera Enternasyonala Ciwanan a Komunîst (KJI) û Enternasyonala Komunîst a Giştî – Komintern (KI) jî ew bûye ku baweriya bi şoreşê di hevalên ciwanan de hin mezintir bûye, ev jî sedema hewldana parastina xweseriya xwe ji Enternasyonala giştî bû. Lê di sala 1921 de KJI xweseriya xwe windakirin, wekî seksyona Komintern ket bin serdestiya navendiya Lenînîzm û merkeza vê dibû Moskowa û weke helwestekê dijî vê Rêberê KJI Willi Münzenberg xwe ji erka xwe paşvekişand.
Dîroka KJI ne tenê bi damezirandina Komintern di sala 1919 de destpêkir lê bi damezirandina Yekitiya Navnetewî ya Rêxistinên Sosyalist a Ciwanan (elmanî: Internationale Verbindung Sozialistischer Jugendorganisationen (IVSJO) bi Kongreyekê li Stuttgart di sala 1907 de. Bi pêkhatina şerê dunyayê yekemîn gelek rêxistinên wê xwe radîkalize kirin û di sala 1915 de, piştî ku demekê ji bandora şer belavbûn, konferansekê rêxistinên sosyalîst a ciwanan li Bern (Swîsre) li dijî siyaseta netewperest a sosyaldemokrasiya ewropî (Burgfriedenspolitik) wekî bingeha nû rêxistinkirina xebatên siyasi ya berfireh û têkoşîneka dijî şerê dunya yekemîn lidarxistin. Piştra van rêxistinan dibûn cewheriya KJI.
Ji ber vê KJI di dema damezirandina xwe de jî xwediyê tecrubeyên xebat û biryardayîna serbixwe bûn. KJI xwe wekî hêza peşengtiya hereketa karkeran pênase kir û pêwîstî bi xweserî dît ji bo bikare di her rewşê de rolekê bi biryar û peşengtî bilîze. Çend sal lazim bûn heta mekanîzma Komintern dikaribû ew rêxistina ciwanan a cîhanî di milê siyasî de bixe bin kontrola xwe.
Di navbera kongreya xwe ya yekemîn a 1919 û ya duyemîn a 1921 KJI li ser dûnya belav bûye. Ew pêvajo taybet ji nakokiya têkiliya rêxistinên ciwanan û partiyên xwe bandor bû û bi ”pirsgireka ciwantî“ jî hatiye bi nav kirin. Heta îro mijarê nakokiyan di gelek rêxistinên sosyalîst de ye.
Destpêka tevgerên sosyalist a ciwanan
Rêxistina sosyalist a ciwanan a yekemîn di sala 1896 de li Belçiqayê bi navê „La Jeune Garde“ anjî „De Jonge Wacht“ çêbû. Tevgera sosyalîst a ciwanan di vê demê de giraniya xwe danî ser anti-militarism (dijî-arteşparêzî). Di sala 1904 de li Elmanyayê Komelekê Ciwanên Karker hatîbû damezirandin. Ciwanên karker bi vî awayî hewl dan xwe rêxistin bikin û dijî erîşên arteşê biparêzin.
Piştî Kongreya Enternasyonala Sosyalîst li Stuttgart 1907, konferansekê bi 20 delegeyên ji 14 welatan ji bo damezirandina Enternasyonala Ciwanan( IVSJO) çêbû. Wekî serokê wê Karl Liebknecht sosyaldemokratekî elman hatibû hilbijartin. Nakokiyên germ di nava rêxistinên Ciwanan û rêveberiyên partiyên sosyaldemokrat û sîndikatan de derketin. Ciwan xwe wekî rêxistinên siyasî pênasêkirin, lê yê giştî wan wekî komelên ji bo xebatên perwerdê û candî yên bêsiyasî pîçûk xistin û xwesteka xwesertiya ciwanan wekî qutbûn redkirin. Lê di milê din de jî piştgiriya xwesertiya ciwanan hebû, taybet Karl Liebknecht ji bo modela xwe rêveberiya rêxistinên ciwanan têkoşîn kir: ”Didu qalan hene, ku xwesteka rêxistinbuyîna ciwanan misoger dikin: Xweseriya ciwanan û mafên ciwanan parastin. Tenê ew rêxistinên ciwanan a azad, yên ku ji ciwanan nav ciwanan bi xwe derketin, xismeta pêvîdiyên ciwanan kirin. Pêdîviyên wan ji statuya ciwanan di jiyana aboriyê de derdikevin. (…) Bitenê ji ber zexta şert û mercan, ciwan berê xwe bidin xwesteka xweseriyê. Pêşiya vê ajoyê ciwanan bi zor nayê girtin.” [Karl Liebknecht, Rêberê Komela Spartakûs, 01.08.1908]
Taybet li Italya, Swuisra-elman û Welatên Skandinavya rêxistinên ciwanan xwe eşkere wekî tevgerekê siyasî û xweser tenzîm kir. Feqet li Elmanya û Fransayê Komelên Ciwanan zêde li bin kontrola partiyên navendî de mayîn.
Tevgera Ciwanan wexta şerê dinyayê yekemîn
Bi destpêka şerê dûnyayê yekemîn di 4‘ê tebaxê 1914 de Enternasyonala Sosyalîst û Enternasyonala Ciwanan, ji ber ku partiyên sosyaldemokrat tevlî siyaseta şerê hikumetên xwe yên kapîtalîst bûn, hilweşiyan. Tenê hejmarekî picûk dijî siyaseta „Burgfrieden“ berxweda. Lê di 4‘ê nîsanê 1915 bi konferansekê li Bern bi nûnerên ji 9 welatan IVSJO dîsa avabûye. Enternasyonala Sosyalîsta giştî tenê 5 meh piştra bi ”Konferansa Zimmerwald“ xwe dîsa komîserhevkir, li vir jî rola peşengtiya ciwanan di nûavakirina Enternasyonalê diyar dibe.
Sekreteriya nû ya IVSJO li Zurich bin rêverberiya Willi Münzenberg (25 salî) hatibû hilbijartin û têkiliyên navbera rêxistinên ciwanan di welatên şerê de koordine dikir û dest bi weşankirina kovara ”Jugend-Internationale“ (Enternasyonala Ciwanan) dikir.
Armanca vê kovarê komkirina hemû mirovên sosyalîst li ser bingeha têkoşîna çînî û dijî şer bû. Bi pirranî nêrînên pasifîst li kovarê serwer bûn, lê taybet Lenîn wekî rêberê baskê çepê ya tevgerê diyar kir ku tenê hilweşandina şoreşgerî ya kapitalizm û zivirandina şerê emperyalîst li şerê gelê bikare vê şerê bisekine.
Taybet bi helwesta xwe dijî şerê emperyalîst tevgera ciwanan hêza xwe ya peşengtiyê di tevgera karkeran de giştî pêşxist. Ciwan dixwestin bibin têkoşerên peşeroja rihê sosyalîzma zanistî û zihniyeta sosyalemperyalîzm red kirin.
1916 W.I. Lenîn carekê din xweseriya rêxistinên ciwanan parast û digot: ”Gelek caran yên bin amrê mezin fehm nakin bi awayiyekê rast nêzî ciwanan bin. Ciwan gerek in bi riyên cuda nêzi sosyalîzm bibin, ne bi rê, ne bi şewaz, anjî ne li rewşekê wekî bavên xwe. Ji ber vê sedemê em bi rastî xweseriya rêxistinî ya komelên ciwanan diparêzin, ne tenê ji ber ku ew oportunîst ji vê xweserî ditirsin, lê belê ji ber ku xwezayiya meseleyê wisa ye.“ [Lenin: li “Jugend-Internationale”]
Dema çend salan piştra sosyaldemokratên çep Enternasyonala Komunîst damezirandin zeviyê xwe ji bo bernameya xwe ya şoreşê li tevgera ciwanan dîtin, ya ku baskê herî ciddî û şoreşger di tevgera karkeran de bû û ji ber vê jî pewist bû xweseriya xwe biparêze.
Komuna Enternasyonal