NAVENDA NÛÇEYAN
Çalakiyên weke greva birçîbûyînê û rojiya mirinê, bi piranî dema ku li derva dînamîzma civakî dixitime, bi destê dîlên ku di zindanê de ne tê kirinê. Bi piranî ev çalakiya radîqal bi xwesteka girse û gel di nava liv û tevgerê de bibin tê kirinê û digihêjin armanca xwe jî. Cihê girtiyên zindanê ji bo civak cihekî girîng e. Yek ji taybetmendiya çalakiyên greva birçîbûyînê wîcdana civakê dane tevgerkirinê ye. Dema li dîrokçeya çalakiyên greva birçîbûyînê û rojiya mirinê binêrin, em ê bibînin ku çalakvanên vê çalakiyê di bîra gel de bandorek kûr çêkirine.
Tê zanîn di dîroka têkoşîna şoreşa cihanê de çalakiyên cûr bi cûr hene. Lê belê ji nava van herî agirnak û di herî dawiyê de tê kirinê çalakiyên greva birçîbûyînê û rojiya mirinê ne. Dema ku qala çalakiya greva birçîbûyînê bê kirin, yek jî ji van çalakgeran Boby Sands wê were aqilê mirov. Sands, li hemberî mêtingeriya Kraliyeta Îngîlîstanê derket û di nava Artêşa Komara Îrlandaya Bakur de cihê xwe girt û germahiya şoreşê ji nêz ve naskir. Di sala 1972’an de Sands tê girtinê û jiyana wî ya zindanê dest pê dike. Emrê wî ya kin piranî li zindanê derbas dibe. Di sala 1981’an de Sands, ji bo ku şert û mercên girtiyan baş bibe û statuyên wan ên siyasî were naskirin dest bi greva birçîbûyînê kir û di heman wextê de ji ber hêzên wan ên civakî û polîtîk li derve xurt bibûn wek parlementer hat hilbijartin. Lê belê di çalakiya greva birçîbûyîna Îrlandayê de, di roja 66. de jiyana xwe ji dest dide.
Dîsa çalakiya greva birçîbûyîna mezin ê ku li zindana Amedê di sala navbera 1982 û 1984’an de pêk tê ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdan pir qrîtîk bû û têkoşîn ji ser vê çalakiyê mezin bû. Çalakiya Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akif Yilmaz û ciwanê rêber Alî Çîçek ya esîl, ji bo gelê Kurd û azadiya Kurd gavek pir mezin û girîng bû. Mêtingeriya dewleta Tirk û faşîzma 12’ê Îlonê li hember Kurdan bûn yek û di nava hewldana xelaskirina Kurdan de bûn. Lê ev çalakiya esil, li hemberî vê hewldanê derket û dewleta Tirk a dagirker paşde gav avêtin. Pêngavên mayînde bi vê çalakiyê ve hate avêtin. Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan vê çalakiyê wek talîmat dît û bi armanca ku ji têkoşîna gelê Kurd re şêwazek nû bide kete nava hewldanê. Jixwe tê zanîn ku sala 1984 nîşana guherandina dîrokê çawa were kirinê bû. Gelê Kurd di dawiya 150 salan de dîroka xwe yî bêyom şikandin û çirûska guhartina rewşên polîtîk, çandî, leşkerî, bîrdozî û siyasî avêtin. Çirûska ku heya roja me ya îro hatî, êdî bûye agirek mezin û nikarin bitemirînin. Bêguman di vê mezinbûnê de bandora çalakiya Rojiya Mirinê ya 82-84’an pir e.
Di demên ku siyaset û têkoşîna legal bixitimê de her wext berxwedanên zindanan dest pê kiriye. Yek jî ji van sala 1996’an bû, ango pêvajoya derbasbûna tîpa-F’ê bû. Ji ber ku malbatên dîlan li derveyî rastî êrîşên hovane ya dewletê Tirka hatin, berpirsiyarî dîsa li zindanê ma. Di 20’ê Gulanê 1996’an de rêxistinên çepê Tirkan daxuyanî dan û dest bi çalakiya greva birçîbûyînê û rojiya mirinê kirin. Di daxuyaniyê de gotin ku “ Îro di 26 girtîgehan de (Saxmacilar, Umraniye, Aydin, Bûrsa, Bûca, Meletî, Bartin, Tokat, Zîle, Çankiri, Yozgat, Nevşehîr, Kayserî, Navenda Enqere, Erzirom, Doxanşehîr, Îskenderûn, Gemlîk, Gebze, Amed, Antakya, Konya, Ceyhan û Saxmacilar tîpa teybet) 1500 dîlên şoreşger dest bi çalakiya greva birçîbûyîna bêdem kirine”. Xwestekên çalakvanên jî wiha hatibû rêzkirin;
1. Bila giştînameya darbestgehan were sekinandin. Darbestgehên Eskîşehîr, Înebolû, Kastamonû, Kirklarelî, Kutahya, Sînop û Sakaryayê bila were girtin.
2. Bila êrîşên ku li hemberî malbatên girtiyan tê kirin were sekinandin.
3. Astengiyên ku li ser tedawîkirina girtiyan û derketina dadgehan bila were rakirin.
Çalakî, heya roja 70. berdewam kir. Heyetên ku ji hunermandan û rewşenbîran ava bûbû serdanê çalakgeran kirin û dewlet li hemberî vê hestiyariyê û bibîryarbûnê xwestekên girtiyan pêjirand. 12 girtî jiyana xwe ji dest dan û di çapemeniya netewî û navnetewiyê de ev wek serkeftina girtiyan hat nîşandan. Lê dewlet vê serkeftinê ji dil de nepêjirand û paşde gav neavêt.
Di meha Cotmeha 2000’an de nîqaşên tîpa-F’ê dîsa hate rojevê. Dewleta Tirk di vê sîstemê de bi israr bû. Îcar hîn bibiryartir û zalimtir bibûn. Di 20’ê Cotmeha 2000’an de ji hêla girtiyên DHKP-C, TKP/ML û TKÎP ve îlana çalakiya greva birçîbûyînê hate kirin. Di mehek şûnde jî ev çalakî guherandin wek çalakiya rojiya mirinê û girtiyan xwestekên xwe wiha anîn ziman; “ venekirina girtîgehên tîpa-F, rakirina “zagona têkoşîna li hember terorê” û rakirina Protoqola sêalî”. Wendahiya ewil di 21’ê Adara 2001’an de bi mirina Cengîz Soydaş ve pêşket û berdewamiya vê jî hat. Piştî çalakiyê bi çalakiya rojiya mirinê û êrîşan ve 122 mirov jiyana xwe ji dest dan.
Çalakiya ku bi sedan kes ve dihate kirin ji hêla dewletê ve ji nedîtinê ve hat. Lê çewsî ku vê berxwedanê çêkir dîsa mîna pêvajoya 96’an dan dest pê kirin, bi riya rewşenbîr û parlamenteran di navbera nûnerên DHKP-C û TKP/ML’ê û dewletê de hevdîtin çêbûn. Lê di demek kin de hate famkirin ku armanca vê hevdîtinê tenê xapandin e. Lê bes herî dawiyê di 19’ê Kanûna 2001’an de érîşa bi navê fermî “Vegera Jiyanê”, di rastiyê de operasyona komkujiyê dest pê kir. Piştî tevgera Qibrisê operasyona herî mezin ev bû û hemû girtigeh hatin hilweşandin û şewitandin. 28 girtî ku jiyana wan di temînata dewletê de ne ji hêla dewletê ve hatin qetilkirin. Piştî êrîşa dewletê, her çiqas girtî şandîbin tıpa-F’yê jî çalakiya rojiya mirinê nesekinî û li derva jî belav bûn. Lê belê di 28’ê Gulana 2002’an de ji xeynî DHKP-C’ê hemû rêxistin daxuyanî dan û îlana devjêberdana çalakiyê kirin( her çiqas TKÎP destnîşan neavêtîbe jî di pratîkê de berdan) û bi vî şeklî DHKP-C di çalakiyê de tenê ma ( car caran rêxistina TKEP/L bi hêza xwe piştgirî didan). Her çiqas demek dirêj çalakî ji hêla çapemeniya çepgiran ve ji nedîtinê ve hatibe jî di 5’ê Nîsana 2006’an de bi tevlîbûna çalakiyê ya parêzer Behîş Aşçi dîsa kete rojevê. Di çalakiya Behîş Aşçiyê roja 294.’an de ( ji ber ku wîtamîna B1’ê bi kar dianîn çalakî demdirêj dibû) ji ber ku dewlet hinek xwestekên çalakgeran pêjirandibû ( wek hewşa hevpar), DHKP-C’ê navber da û çalakî bi dawî anî. Bi vî şeklî çalakî 7 sal domiya.
Çalakiya greva birçîbûyîna herî mezin jî di 12’ê Îlona 2012’an de dest pê kir. Çalakî, ji bo tendurustî, ewlehî û azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bê afirandin dane destpêkirin. Di roja 54’an de (5’ê Mijdarê) bi tevlîbûna deh hezar girtiyên PKK û PAJKê ve gihîşt qonaxek girîng û xwediyê girse. Çalakgeran, di roja 54.’an de daxuyanî dan û gotin; “ Di 5’ê Mijdara 2012’an de di hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê de ji xeynî nexweş, zarok û temendirêj dest bi çalakiya greva birçîbûyîna bêdem û bê dorveger bikin. Bi vî şeklî him li derve him jî li hundirê tora berxwedanê bêyî ku pêşiya wê bigrin hate hûnandin. Daxwazên girtiyan roj bi roj bi rewşekî agirnak hate ser ziman û dewleta AKP diket quncika teng . Berxwedana 68 rojan dûv re hûkûmeta AKP daxwazî pejirand, Mehmed Ocalan şand girava Îmralî yê. Li kolanên Amedê banga polîsan ji ciwanên di berbestan de pevdiçûn re : ” Serokê we Abdullah Ocalan rave kir û got vegerin mala xwe.” Ev anons nîşan dide kû berxwedan gihîştiye serfirazek çawa.!Polîsên Tirk pejirandiye ku Ocalan serokê gelê Kurd e.Grevên birçîbûnê 2012 an bi kar encam bû ji ber ku ciwanan berbirsyariyên xwe bi cîh anî .Berxwedana ciwanan li derve dest pê kir û heta roja dawî berdewam kir. Ev , ji berxwederên hundur re dibû moral û kêfxweşî. Dewleta Tirk jî ket quncika teng û birayê Ocalan, Mehmed Ocalan şand girava Îmralî yê. Li Kurdistan û serbajarên Tirkiyê çêkirina berbestan û têkoşîn, şikandina tecrîdê de pêkerek girîng bû. Îro em dinêrin dîsa rewşek wek hev li hemberî me ye. Aniha li Kurdistan û girtingehên Tirkiyê bi hezaran kes ji bo rakirana tecrîda li ser Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Greva hin kesan 40 roj zêdetir diajo. Dest pê kirina girevên birçîbûnê ji bo şikandina tecrîdê û di mercên azad de Ocalan bi malbat,parêzer û wasiyê xwe re hevdîtin çê ke. Hevserokê (DTK) Kongreya Ciwaka Demokratîk û parlamenter ê (HDP) Partiya Demokratîk a Gelan Leyla Guven ji 8 ê Mijdar ê wê de di greva birçîbûna bêdem-bêdorveger de ye. Girtiyên PKK î û PAJK ê ji 27 ê Mijdar ê wê de di greva birçîbûna bêdem-bidorveger de ne. Bi ser de ji ev girtiyan 30 kes ji îro pey ve Amed, Gebze, Kandira, Wan û li Panos ê wê têkevin greva çalakiya birçîbûn a bêdem-bêdorveger. Bila ev têkoşîn û xwestek ji bo piştgiriyê bes e ? 2012 an jî wek grevên birçîbûnê yên din girseya ciwan çawa tevdigerin ? Ciwakek ku ciwanên wê bêtevger bimîne, berbî mirinê diçe. Di pêvajoyên wisa de yên ku rengê xwe nîşan nadin ji bo pêşerojê nikare bi hêvî be.Hêza ciwanên Kurd herikîna dîrokê dikare biguherîne. Kom kirinên raborî wê pêşerojê ava bike. Bi taybetî ciwanên Kurdistan ê têdikoşin wê xwe rêberê îro û sibê bibînin. li gor wî wê çirûskek li dar xin.Ji ber ku sibê wê pir dereng be. Karên îro bi ber hev kirinên duh ve ava dibe. Mixabin sibê hewcedarê kar û berhev kirinên duh e. Li vir pirsek wisa derdikeve holê “ê ku tê payîn çiye?”. Ê ku tê payîn çiye?
NC/RUSTEM SÎNCER