Derîyê Şengal-Dihok yê ku salek bû girtîbû di 15 Kanunê de bi biryareke sosret hat vekirin, lê li dijî viya deriyê Rojava û Şengal’ê ji aliye Iraq’ê ve hat girtin. Ciwanên êzîdî yê Şengal’ê li dijî girtina korîdorê bertek nişan dan û li ber korîdorê dest bi çalakiya nobetê kirin.
ŞENGAL- Deriyê Dihokê ku di sala 2017 ve ji derbasbûna Şengaliyan re ji aliyê KDP ve hatibû girtin. Duh sibê hat îlankirin ku ew derî hatiye vekirin. Her çiqas hêj sedema biryara vekirina derîyê nayê zanîn jî piştê ku artêşa dewleta dagirker Şengal bomberduman kir, ev biryar balkêş tê.
Dema biryara vekirina deriyê Şengal-Dihok’ê hat îlankirin, di heman demê de koridora Rojava-Şengal yê ku di sala 2014 de li dijî êrîşên DAÎŞ’ê hatibû vekirin biryara girtinê hate dayîn. Korîdorê ku ji aliyê şervanên YPG-YPJ û Ciwanên Êzîdî ve ji bo pêwîstiyên bingehîn (xwarin û wexwarin) hatibû vekirin ji aliyê hikumeta Irakê ve hate girtin.
Li dijî girtina korîdorê Şengaliyan bi pêşengtiya Ciwanên Êzîdî ber korîdorê kon vedan û dest bi çalakiya nobedê kirin. Nobet bi gel re bi hev re tê girtin. Bişev ciwan li ber agirê ku dişewîtîn nobedê digirin. 50 ciwan tev lê vê nobedê dibin. Nobed wê sê rojan berdewam bike, lê heya derî vebe çalakiyên ciwanan û Şengaliyan wê berdewam bike.
Her wekî din di meha mijdarê jî xwestibûn korîdorê bigirin. Lê Êzîdiyan bertek li dijî vê biryarê nîşandabû û Hikumeta Iraq’ê soz dabû ku deriyê negirin.