Tevgera Ciwanên Şoreşger li paytexta Lubnan Beyrutê bombebaran kirina kampa Mexmûr û Şengalê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker pêkhat bi daxuyaniyeke şermezar kir.
LUBNAN-Tevgera Ciwanên Şoreşger li paytexta Lubnan Beyrutê bombebaran kirina kampa Mexmûr û Şengalê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker pêkhat bi daxuyaniyeke şermezar kir. Daxuyanî bi yek deqe rêzgirtin li ser rihê şehîdan destpê kir. Daxuyanî ji aliyê endamê Ciwanên Şoreşger Ebd el Xenî ve hate xwendin.
Daxuyaniya ku hate xwendin wiha ye:
Careke din serokê çeteyan Erdoğan êrîşî kampa Mexmûrê û Şengalê dike û di van êrîşan de sivîlan hedef girt û 4 welatiyên Mexmûrê şehîd xist. Her wiha gefan li ser Herema Rojhilatê Firatê de zêde dike. Serçete Erdoxan bi van êrîşên xwe hemû hevpeymanên navnetewî binpê dike, piştî ku rêxistina çeteyên DAÎŞ ber bi tunekirinê ve diçe bi saya tekoşîna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Suriya Demokratik (QSD) û piştî hilweşandinên hundirîn ya aborî û siyasî ya ku li Turkiye ve diqewime, êdî tehdîd û êrîş dike.
Em weke Ciwanên Şoreşger ên Lubnanê êrîş û tehdîdên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakûrê Surî û Mexmûr û Şengal şermezar dikin û em bang li civaka navnetewî û hemû ciwanên azadîxwaz dikin ku li hemberî Erdoxan û tehdîdên wî di derbarê êrîşên wî li ser herêma Rojhilatê Firatê û Bakûrê Surî bisekinin, em bang li hemû gele me bi hemû pêkhateyên xwe ku piştgirî bidin hêzên YPG, YPJ û QSD û bi erkdarî nêz bibin. Bi erka xwe yê welatparêzî rabin û ji bo seferberiyê ya ku rêveberiye xweseriya demokeratîk li Bakûrê Sûrî îlan kiriye de cih bigrin, em dizanin ku ciwanên gelê me bi hemû pêkhateyên xwe dikare berpirsyartiya ev şer rake.
Em weke Ciwanên Şoreşger ên li Beyrût piştgirî didin gelê xwe û tevgerên me yê siyasî û leşkerî û em ê biserkevinvin.
Daxuyanî bi sloganên, “Bijî Serok Apo”, “Bimre Erdoxan” û Şehîd Namirin” bi dawî bû.