STENBOL- Li gor agahiyên herêmî li Taxa Gazî yê navçeya Sultangazi ya Stenbol’ê li dijî komekê ku ji 10 polês û bekçiyên dewleta Tirk pêk dihat çalakiyekî bombeyî û çekdarî pêk hat.
Di taxa Esentepe’ yê ev du hefteye bekçiyan bi polêsan re di nav taxê de digerin. Bekçiyan bi alikariya polêsan li ser esnaf û welatiyan zext dikin û ji ciwanan re jî lêpirsîna Gbt e dikin.
Ji ber vê hat agahdarkirin ku li dijî polês û bekçiyan îşev çalakiyeke bi bombeya deng û çek hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 10 polês û bekçiyên dewleta Tirk bi cihên xwe yên cuda birîndar bûn.
Lê hêj jî di taxê de ablukaya polês û bekçiyan didome.