Çalakiya greva birçîbûyinê Kurdistaniyan yên Evropa yê ku li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan berdewam dike, li ser vê mijarê li bajarê Fransa Marsilya’ yê ji parêzerên Buroya Hukuk yê Asrin’ ê Serbay Koklu tev lê civîna gel bû.
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiya greva birçîbûyinê Kurdistaniyan yên Evropa yê ku li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan berdewam dike, li ser vê mijarê li bajarê Fransa Marsilya’ yê ji parêzerên Buroya Hukuk yê Asrin’ ê Serbay Koklu tev lê civîna gel bû. Koklu di civînê de got ku ‘’Em ji 2016’an ve ji Ocalan agahî nagirin, malbata brêz Ocalan, şande û parêzerên wî ji dîroka 11 Îlona 2016’an ve jê agahî nagirin. Cara yekeme ku Ji Ocalan evqas demekê dirêj agahî nayê girtin. Ev di pergala tecrîdê yê Îmralî de astek nû ye.’’
Civîna ku ji aliyê Tevgera Jinen Kurd a Fransa (TJK-F) hatibû organizekirin çalakvanên greva birçîbûnê yê Marsilya’yê jî bi giştî tev lê bûn. Civîna ku di Navenda Civaka Demokratîk yê Marsilya’yê pêk dihat 200 kes tev lê bûn. Parêzera Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Serbay Koklu jî tev lê vê civînê bû pirsên welatiyan bersivand.
Koklu got ku ‘’Wek Buroya Hukukê yê Asrinê ji dîroka 27 Tirmehê ve nahêlin em bi Ocalan re hevdîtin bikin, ê ku di vir de girînge ne hevdîtina bi parêzerên wî ye. Ye ku di vir de tê xespkirin, îhlalkirin, mafê wî ya bi parêzeran re hevdîtin nîne, yê girîng nahêlin ku Ocalan karên xwe yên hukukî bimeşîne, mafên wî yên hukukî hatiye asteng kirin e. Ji dîroka 27 Tirmehê ve evlehiya hukukî yê Brêz Ocalan nîne. Ti şêwazê destur nadin ku bi hukuk re têkîlî dayine. Ji aliye hukuka Evropa jî tişte ku nayê qebulkirin e. Weke êşkenceyê tê pejirandin.’’
Koklu destnîşan da ku li Îmraliyê mekanîzmayek nû ketiyê dewrê û got; “ ji 11’ê Îlona 2016’an vir ve ne malbat ne heyet ne jî parêzerên wî ji Birêz Ocalan bi tu awayî agahî negirtine. Ev ewil e ku di demek evqas dirêj de agahî nayê standin. Ev tê wateyê ku di Îmraliya tecrîda girankirî de qonaxek nû dest pê kiriye. Pêvojoyek hîn girantir û hîn hişktirê îfade dike. Di vê pêvajoyê de em dibînin ku tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin wek hûkûkî mekanîzmayên nû bi pêş xistine. Dema ku em li vir sîstema tecrîda li ser Îmraliyê îfade dikin, di rastiyê de mekanîzmaya hûkûkî û teqnîka rêvebirinê; ango ne tenê li ser Birêz Ocalan, şêwaza rêvebirina li ser hemû civaka dikin”. Û Koklu got “ ji piştî qomploya 9’ê Cotmeha 1998’an, di 15’ê Sibata 1999’an de dema ku Birêz Ocalan anîn Îmraliyê vir ve li ser Birêz Öcalan demek dirêj pêkhatinên kêfî û fiîlî hate çêkirin. Bi vî şeklî jî hate darizandin. Û di dawiya vê darizandinê de her çiqas kêmasiyên wî hebin jî Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê tespît kir û got” ev darizandin ne hûkûkî ye, ji ber wê divê Birêz Ocalan ji nû ve were darizandin”. Her çiqas qonax bi qonax û dem bi dem ev nerît pêkhatibin jî bi teybetê ji 15’ê Tirmeha 2016’an û 20’ê Tirmeha 2016’an şûnde, ango pêvajoya derbê û dij-derbê şûnde vê kiryarê wek mekanîzmaya hûkûkî xistin meriyetê. Wî mekanîzmaya hûkûkî, ji sala 2011’an vir ve hemû serlêdanên me bêyî hincetek hûkûkî an jî bêyî zagonên hûkûkî vala derdixist û dibû asteng. Digotin “keştî xera bûye” an jî “rewşa hewa nebaş e”. Lê belê piştî 15’ê Tirmeha 2016’an di 20’ê Tirmeha 2016’an de îlana rewşa awarte kirin û wî wek hincet pêşkeşî me kirin û astengê derxistin. Ji pey vê ve bi hinceta rewşa awarte bîryarname hate derxistin; her çiqas bi hev ketibin û pevçûbûn jî ev bîryarname ewilî li Îmraliyê ket merîyetê. Piştî vê bîryarnameyê jî hemû serlêdanên me bi hinceta bîryarnameyê ve hatin lêvegerandin. Ev bîryarname, piştre jî bû zagon, bû qanûn. Di meha Adara 2018’an de jî cara ewil e ku bi bîryara dadgehê ve ango vê bîryarnameyê wek zagon pêşkeşî me kirin û serlêdana me hat lêvegerandin. Ev nerît, niha bi bîryarên dadgehê û bi zagonê tê domandin. Ev ji bo me tê wateya pêvajoyek nû. Ji ber ku di pêvajoyên berî de nikaribûn hincetên hûkûkî pêşkeşî me bikin. Wek kêfî hincetên keştiyê û hewayê pêşkeşî me dikirin. Lê niha rasterast ji ber vê mijarê zagonek çêkirine û bîryara dadgehê nîşana me dikin. Ev sîstem ne tenê li Îmraliyê, niha li hemû devera welatê li pêşiya me ye”.
CPT û AÎHM HINCETA HEBÛNA XWE ÎNKAR DİKE
Koklu got ku ‘’Piştê dîroka 2016’an CPT û AÎHM ji xeta xwe ya hebunê re berovajî tevdigerin.’’ Û wiha berdewam kir ‘’Em dibini ku CPT û AÎHM Ji hinceta hebûna xwe re, ji rêgezên xwe yên hukukî re, ji referansên xwe re û pêvajoyên xwe ya dîrokî re di nav tavreke ku hemûyan înkar dikin de ne. Ji berk u Ocalan jî digot; ‘Ev pergaleke ku serbikevin ne tenê karê welatekiye.’ Digot Guantanamo ya ku hemû ciha rakin serpiyan, weke ciheke înfaz û darizandinên bêhukuk tê zanîn jî piştê pergala Îmraliyê hatiye pêşxistin. Brêz Ocalan jixwe Îmralî weke pêvajoyekî berê Guantanamo’yê pênase dikir. Gotibû encax Guantanamo piştê Îmraliyê bikaribin bixin meriyetê.’’
Piştê axaftinan Sînevîzyona ku li ser mijara têkoşîna Ocalan hat temaşekirin. Gel hemû bihev re diruşmên ‘’Bijî Serok Apo’’ avêtin.