Li gorî zanyariyek ku Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê belav kir, diyar kir ku di 13’ê Kanûnê de du ciwanên xelkê gundên Silên û Bilber yên navçeya Hewremana Rojhilatê Kurdistanê yên bi navên Hemîd Ehmedî û Zanyar Muradî li Merîwanê hatine binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî zanyariyek ku Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê belav kir, diyar kir ku di 13’ê Kanûnê de du ciwanên xelkê gundên Silên û Bilber yên navçeya Hewremana Rojhilatê Kurdistanê yên bi navên Hemîd Ehmedî û Zanyar Muradî li Merîwanê hatine binçavkirin.
Li gorî hema çavkaniyê duh jî du ciwanên ji heman gundan ji aliyê îdareya Îtlaeta Îranê ve hatine binçavkirin.
Ciwanên ku duh hatin binçavkirin yek jiwan navê wî Ensar Edwayî (27) û karê şofêriyê dike. Ciwanê din jî binavê Ferdîn Edwayî (24) û ew jî li dikanekî alavên binesaziyê de dixebite.
Heya niha jî nayê zanîn sedema binçavkirina van ciwanan çiye.