Îro di saetên serê sibehê de welatiyên Şengalê ku ji Kurd û Ereban pêk tê, bi armanca destekdayînê çûn herêmê û li ber çadira ciwanan kom bûn
ŞENGAL- Hikûmeta Iraqê di 15’ê Kanûnê de deriyê sînor ê Şengal -Rojava ku şêniyên herêmê piraniya pêdiviyên xwe di wir de di anîn, girt. Li aliyê din rêya di navbera Sihêla ya Duhokê û Şengalê ku heta niha girtî bû jî hatibû vekirin.
Li ser vê yekê gel nerazîbûn nîşan dabû û xwestibûn ku derî dîsa vebibe. Lê ev daxwaza wan nehat qebûlkirin. Li ser vê yekê Ciwanên Şengalê jî duh li sînor çadira xwepêşandanê vedabû û şeva xwe li wir derbas kir.
Îro jî di saetên serê sibehê de welatiyên Şengalê ku ji Kurd û Ereban pêk tê, bi armanca destekdayînê çûn herêmê û li ber çadira ciwanan kom bûn. Welatiyên ku li vir agir pê xistin û nerazîbûna xwe anîn ziman, piştre jî xwestin biçin noqteya ku hêzên Iraqê lê dimînin û bixwazin ku derî vekin. Lê hêzên Iraqê destur nedan ku derbas bibin.
Sekna welatiyan û astengkirina hêzên Iraqê berdewam dike.