Xwendekarên Bogazîçî li dijî xîzantî, birçîbûn û besendîqatiya karkeran bangawaziya piştgiriyê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN– Xwendekarên Bogazîçî li dijî xîzantî, birçîbûn û besendîqatiya karkeran bangawaziya piştgiriyê kirin.Di daxuyaniyê de hate gotin ku; ‘’ Li Tirkiye û tevahî cihanê di navbera xizanan û dewlemendan de her diçe rêje zêde dibe, li dijî wî ala berxwedanê jî her diçe bilindtir dibe. Di meha borî de li welat gelek çalakiyên karkeran derket. Xwestin ku berxwedana balafirgeha 3 mîn û berxwedana Flormar bi zextan bitepsînin, lê berxwedan bi biryardarî berdewam dike.’’
Bi Karkeran Di Heman Refan de ne
Xwendekarên Bogazîçî’yê gotin ku; ‘’Em wek xwendekar li gel karkeran in. Kes nikare fatureya krîzê bi rêya birîna bursani zamên xwarinan, zamên wargehê ji me re bibirin’’
Herî dawî xwendekarên Bogazîçî’yê gotin ku ew torekê piştgiriyê avakirine û ‘’Her roj di seat 12:00-14:00 de li kampusa Bakur yê Zaningeha Bogazîçi’yê maseya piştgiriyê were danîn. Û ‘’tu jî ji bo zarokên karkeran Betaniyekê, amurên kırtasiyeyê bigre’’ were tev lê vê tora piştgiriyê bibe.