Ciwanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê Tevgera Ciwanên Şoreşger, ciwanên Partiya Pêşerojê, ciwanên PYD, Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk têkildarî gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kom bûn û daxuyanî ji bo raya giştî dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin “Tirkiyê bi gefên xwe yên li dijî gelên me hewl dide aloziyê kûrtir bike û desteka xwe bi terora li Sûriyê re bidomîne. Di heman demê de zextê li çeteyên DAIŞ‘ê sivik bike û derbeyekê li projeya demokratîk her herêmê bixe.
Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navdewletî û Konseya Ewlekariyê li hemberî gefên Tirkiyê hate şermezarkirin û bang li wan hate kirin ku erka xwe ya mirovî pêk bîne û sînorekî ji hikûmeta Erdogan re deynin.
Ciwanan di dawiya daxuyaniya xwe de anîn ziman ku gefên Tirkiyê wan natirsîne û gotin: “Wekî ciwanên demokrat ên taxa Şêxmeqsûd gefên Tirkiyê me natirsîne, em soz didin şehîdan, rêber û gelê xwe berxwedana me berdewam e, armanca me ya yekemîn van gefan têk bibin.”