Xwendekara beşa rojnamegeriyê Bêrîvan Bila bi hinceta ku heqaret li Serokkomar Tayyip Erdogan kiriye li Trabzonê hatibû binçavkirin. Bêrîvanê hat tahliyekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Xwendekara beşa rojnamegeriyê Bêrîvan Bila bi hinceta ku heqaret li Serokkomar Tayyip Erdogan kiriye li Trabzonê hatibû binçavkirin. Bêrîvanê hat tahliyekirin.
Xwendekara beşa rojnamegeriyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Karadenizê, Bêrîvan Bila di 6’ê Kanûnê de bi hinceta ku heqaret li Serokkomar Tayyip Erdogan kiriye li Trabzonê hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Bêrîvanê hat tahliyekirin.
Bîla got; “ Operasyona ku ez hatibûm binçavkirinê şûnde, ez qet nefikirîm ku ez bêm girtinê.” û got ; “ Dema ku ez ketibûm menzela dozgerê, min fahm kir ku şerekî pevşêwrî heye. Min ji helwestên dozger fahm kir ku ez ê bêm girtin. Bûyer mezin kirin û ez hatim girtinê. Di vê baweriyê de me ku bi talîmata ku jijorhatî ez hatim girtinê.”
Bîla got ku, ez li pey nivîsên xwe me û karê xwe yî ya rojnamegeriyê berdewam bikim û got; “Di dema ku min nivîs nivîsandibû de bi riya bîryarnameyan ve jikardûrxistin û avêtin dest pê kiribû û Ahmet Şik jî hatibûbû girtin. Ahmet Şik bû sembola vê pêlê. Ez dîsa parastina rojnamegeriyê bikim û binivîsînim. Di vê baweriyê de me ku tiştê ya rast dikim”.
Bîla anî ziman ku jinên ku di zindanê de ne gelek alîkariya wê kirine û got;” Li wir her û her ji min re digotin ‘ xwişkê cihê te ne ev der e, divê tu li dervayî bibî û binivîsînî.’ Ez ê tu caran ji bîra wan jinan nakim”