Operasyonên qirkirna siyasî dewam dikin, îro jî navnîşana qirkirinê Îdîr bû. Parlamentera berê ya HDP’ê Kiznaz Turkelî, Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder û Hevşaredarê Tozanê Mehmet Gultekîn jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Îro serê sibê polêsên dewleta dagirker avêtin li ser mala siyasetmedarê li Îdîr’ê û gelek kes destgîr kirin.
Parlamentera berê ya HDP’ê Kiznaz Turkelî li Stenbolê, Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder ku qeyûm li şûna wê hate bicihkirin, Hevşaredarê Tozanê Mehmet Gultekîn, hevseroka berê ya HDP’ê ya bajêr Oya Malgaz û welatiyên bi navê Vedat Yilmaz, Kadîr Ozsûlar, Adem Kartal, Zubeyde Kaynar û Ayşe Bagiş li Îdirê hatin destgîrkirin.
Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Îdirê.