Encamnameya Kongreya 2’ mîn ê Meclîsa Ciwanên HDP’ê yê ku 25 Mijdarê li Amed’ê hatibû çêkirin hate diyarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN-Encamnameya Kongreya 2’ mîn ê Meclîsa Ciwanên HDP’ê yê ku 25 Mijdarê li Amed’ê hatibû çêkirin hate diyarkirin.
Di encamnameyê de weke Desteya Rêveberî Büşra Kuyun, Ümit Akbıyık, Sevim Akdağ, Rıdvan Öztürk, Nurullah Özğün, Cengiz Fidan, İsmail Sungur, Sinan Akbulut, Ayşe Hacıbektaşoğlu, Sedat Eren hate diyar kirin.
JI BO AŞİTYEKÎ MAYÎNDE PÊWÎSTE TECRÎD RABE
Di encamnamey3e de wiha hate gotin; ‘’Ji bo aşitiyeke mayînde pêwîste di destpêkê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî demildest azad bibin.
Çalakiya Leyla Guven a ku li zindana Amed’ê ji bo rakirina tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin deng vedaye li her dere. Banga wê gihiştiye zindanan, Tirkiye, Kurdistan, Avrupa û Rojhilata Navîn’ê. Hemû gele me jî ji vê berxwedanê re xwedî derketiye. Em Meclîsa Ciwanan a HDP’ê berxwedana grevên birçîbûnê yên Leyla Guven û li hemû zindana silav dikin. Em Meclîsa Ciwanan son dixwin ku li kuçeyan, li zanîngehan vê berxwedanê geş bikin. Em ê bibin şopdarê berxwedanê ya bi dirûşma ‘Tecrîdê bişkîne, faşîzma parçe bike’ ya ku li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê hatiye destpêkirin.”
RÊXISTINIYA BI MECLÎSÊN CIWANAN WÊ WERE GEŞKIRIN
Bi berdewamî hate gotin, divê rêxistinî bi modêla Meclîsên Ciwanan were geşkirin, Meclîsên Ciwanan wê yekîtiya xwe rêxistinî geş bike û li zanîngehan bide ber xwe têkoşîna ciwanan a xwendekaran geş bike, wê zanîngehên bi zimanê dayikê, bê pere, demokratîk, akademîk û pergala perwerdehiya zanistî biparêze û zanîngehên alternatîf ava bike. Hate gotin, “Meclisên Ciwanan ên HDP’ê li hemû deverên ku ciwan hene wê siyasetê bike û qenalên siyasetê zêde bike.”
Bi berdewamî hate gotin tevgera ciwanan a Kurdistanê û Tirkiyê ji têkoşîna ciwanan a 68’an heta bi Gezî û Kobanê xwedî hîmên dîrokî û rojane ye, têkoşîna yekbûyî ya demokrasî, wekhevî û azadiyê ye û wê siyaseta ciwanên şoreşger a li gorî pêdiviyên demê were rêxistin, bêhêvitiyê ji holê rake û wê baweriya bi guherîna civakî geş bike.
‘JI GEZIYÊ HETA BI CIZÎRÊ LÊGERA LI JIYANA NÛ’
Her wiha hate gotin, li Kurdistanê û Tirkiyê ciwan ji Geziyê heta bi Cizîrê kirdeyên jiyana nû ne, ya berê red dikin û hewl didin ya nû bibînin û ava bikin û Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê li Kurdistanê û Tirkiyê wê bi wê berpirsyariyê rabe ku berdevkiya siyaseta jiyana nû bike.
ŞOREŞA ROJAVA HATE SILAVKIRIN
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Şoreşa Rojava silav kir û diyar kir li dijî gefên rêxistinên çete yên mîna DAÎŞ, El Qaîde û El Nûsra û hwd. serketina xeta sêyan tê maneya Rojhilateke Navîn a demokratîk û azad.
‘EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN’
Meclîsa Ciwanan têkilî qeyûmên ku şaredariyên Kurdistanê bi zor û terorê desteser kirin jî diyar ew ê qeyûman bişînin cihê ku jê hatine, Enqerê.
‘LI DIJÎ HER CURE HÎYERARŞIYÊ TÊKOŞÎN..’
Meclîsa Ciwanan HDP’ê di encamnameya Kongreya 2’yan de diyar kir, ji bo ku siyaseta partiyê, zimanê wê, organên wê ciwan bibe wê têkoşîneke çalaktir bikin li dijî hiyerarşiyê ji partiya xwe dest bi têkoşînê bikin û geş bibin.
Her wiha hate diyarkirin ji bo berbelavbûna paradîgmaya azadîxwaz, demokratîk, civaka ekolojîk wê têbikoşin, ji bo ku xeta siyasî ya dij netew-dewlet, dij nîjatperest, dîjî jerontokrasî, zayendîparêz û li dijî her cure fanatîzma milî û dînî bigihije beşekî berfireh ê civanê wê têbikoşin. Meclîsa ciwanan diyar kir rojên pêş wê kampanyaya rêxistiniyê hewl bidin xwe bigihînin girseyeke mezin.
Herî dawî Meclîsa Ciwanan a HDP’ê got, meclîsa jinan di nav meclîsa ciwanan de wê rêxistiniya xwe ya resen bike û li her qadê têkoşîna jinê geş bike, li dijî polîtîkaya komkujiya li ser jinên berxwedêr wê serhildana jinê were geşkirin, li dijî pergala zilmam serwer ku jina ji nedîtî ve tê, cihêkariyê dike û jinan dikıje wê hevkariya têkoşînê ava bikin.