Li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê her diçe belav dibe. Komekê ji ciwan û gelê Rojhilata Kurdistan’ê destbi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN– Li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê her diçe belav dibe. Komekê ji ciwan û gelê Rojhilata Kurdistan’ê destbi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakvanan bi daxuyaniyekî destbi greva birçîbûnê kirin û gotin ku; ”Em bang li tevayî azadîxwazan bi taybetî jî azadîxwazên Rojhilatê Kurdistanê dikîn, di vê dema hesas de erkê xwe yê şoreşgertî bînin cîh.”
Daxuyaniya çalakvanan wihaye:
“Vê carê faşîzim û modernîzma mirovxwer û sermayedar bi şidandina tecrîdê li ser rêberê azadîxwaz yê cîhanê de, mirovahî kirine armanc. Ji bo ku Rojhilata Navîn hertim dibin dagirkerî û koletiya wande be. Ji bo wê di vê demî de erkê dikeve ser milê hemû kesên azadîxwaz ewe ku li hemberî faşîzmê xwedî helwestek zelal û yekgirtî bin, bibin dengê hawarê û berxwedanê. Heval Leyla Gûven di girtîgehên faşîstan de pêşengtî ji gireva birçîbûnê re dike. Ev çalakî niha li seranserî cîhanê belav bûye. Girtiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê jî ragihandine ku wan destbi gireva birçîbûnê ya bêdem kirine, heya ku tecrîd li ser Rêber Apo neyê rakirin.
Em jî wekî mirovên azadîxwaz û şoreşger ên Rojhilatê Kurdistanê radigihînin ku ji roja 18’ê Kanûna 2018’an ve dest bi gireva birçîbûnê ya du rojan dikin. Em jî wê wekî hevalên xwe yên li seranserî Kurdistan û cîhanê vê çalakiyê birêve bibin. Em bang li tevayî azadîxwazan bi taybetî jî azadîxwazên Rojhilatê Kurdistanê dikîn, di vê dema hesas de erkê xwe yê şoreşgertî bînin cîh.”