Li Dersimê gelek xwendekar di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
DERSÎM – Li Dersimê gelek xwendekar di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Ji hesabê medyaya civakî yê Meclîsê Ciwanên HDP ve serê sibê hatibû ragihandin ku 37 endamê van ê Dersîm’ê hatine binçavkirin. Lê hêj bi giştî çend kes hatiye binçavkirin û nasnameya hemuyan nehat zelal kirin.
Polîsên dagirker di saetên serê sibê de li navenda Dersimê bi ser gelek mal û yurdên xwendekaran de girt. Polîsan di serdegirtina mal û Yurda Xwendekarên xort ên Munzur, Ehlibeyt, Yurda xwendekarên keç a Kredi Yurtlar Kurumu (KHK) de gelek xwendekar binçav kirin. Polisan de serdegirtina mal û yurdan de xwendekarên bi navê Serhat Polat, Cengîz Fîdan, Berîvan Duman, Şehmuz Bakir, Muhamet Erkîs, Berîtan Akdağ, Bîlal, Denîz, Lîder Polat jî hene gelek kes binçavkirin.
Der barê sedema binçavkirina xwendekaran de tu agahî nehat bi dest xistin. Xwendekarên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Tuncelî.