DGH’ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku, li bajarên Tirkiyê wesayitek hatiye şewitandin û çalakiya ku bi bombeya deng hatiye kirin 10 polîs û bekçî hatiye birîndar kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona DGH’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên xwe yên ku li bajarên Tirkiye di cihên cûda cûda de hatiye kirin eşkere kir. Koordînasyona DGH’ê got ku ”Ji aliye yekineyên me ya Tolhildana Şehîd Baran Mawa ve ji bo li dijî tecrîda giran li ser Rêber APO û Hevalên ku li zindanan di greva birçîbûne de ne li navçeyên cuda cuda yên Stenbol’ê çalaki hate li darxistin. Di van çalakiyan da wesayîtek hate şewitandin û 10 bekçî û polêsên dagirker birîndar bûn.’’
Detayên çalakiyan wiha ye:
Di dîroka 15 Kanunê di seat 04:30 de Taxa Fevzî Çakmak ê Bahçelîevler’ ê wesayîtek ji aliye yekîneyê me we hate şewitandin. Wesayît bi giştî îmha bûye.
Di 17 Kanunê de di seatên êvarê de Li taxa Esentepe ya Navçeya Sultangazi’yê 10 polês û bekçiyên ku wekî komekî digeriyan ji aliyê yekineyên me ve bi bombeye deng hatiye xistin. Di vê çalakiya pêkhatî de 10 polês û bekçî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajarê Stenbol’ ê.
Çalakiyên me heya tecrîda li ser Rêber APO rabe wê berdewam bike.