Çalakiyên gelên Şengalê yê Êzidî û Ereb ên ji bo vekirina korîdora Şengal-Rojava, encam da. Korîdor bi awayekî fiîlî hat vekirin, lê protokolek fermî nehatiye îmzekirin û çalakiya gel didome.
NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiyên ku gelên Şengalê ji 16’yê Kanûnê ve li dijî biryara Hikûmeta Iraqê ya girtiya korîdora mirovî ya Şengal-Rojava, encam da.
Piştî hevdîtinên ku ev 2 roj in li ser navê gel bi rayedarên Iraqî re tên meşandin, korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de, bi awayekî fiîlî hat vekirin.
Di hevdîtina îro de, nûnerên gel xwestin ku korîdor bi awayekî fermî bê vekirin û protokola di vê mijarê de bê îmzekirin. lê rayedarên artêşa Iraqê diyar kirin ku ew nikarin tu protokolan îmzek bikin ku êdî korîdor nayê girtin, her wiha erkek wan a îmzekirinê jî nîne, lewma eger protokol tê xwestin pêwîste biçin Bexdayê.
Piştî hevdîtinên girseya gel li ser rê agir pêxistin û çalakiya xwe domandin. Dema ku çalakî dom dikir, wesayîtên leşkerî, axa ku danîbûn ser rê hilanîn û korîdora mirovî vekir.
Di vê navberê de jî li ser navê girseyê Qehtan Elî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku wan di hevdîtinê de xwestiye ku protokolek fermî bê îmzekirin, lê rayedarên leşkerî gotine ku tu erkek wan a wisa nîn e, lewma divê vê daxwaza xwe bibin Bexdayê.
Qehtan Elî diyar kir ku ew ê şopdarên mijarê bin û heta kordîdor bi awayekî fermî tê vekirin jî, dê çalakiyên xwe bidomînin.