Girke Legê ya Bakurê Suriye Yekitiya Xwendekarên Demokratîk li dijî gefên Erdogan û dewleta dagirker yê Tirk daxuyanî da.
GIRKE LEGÊ- Li Girke Legê ya Bakurê Suriye Yekitiya Xwendekarên Demokratîk li dijî gefên Erdogan û dewleta dagirker yê Tirk daxuyanî da. Xwendekaran di dxuyaniyê xwe de gotin ku; ”Em wek xwendekar sond dixwin ger êrîş were li ser Rojhilata Firat’ê û Bakurê Suriye em bibin mertal û em ê çeka rumetê bigirin deste xwe û gele xwe biparêzin.”
Daxuyaniya xwendekaran wiha ye;
Çend roj berê dewleta Tirk a dagirker tehdîda dagirkirina Rojhilata Firat’ê û Bakurê Suriye kiribû. Ev tehdîd piştî girtina Tevgera Azadiyê li Başurê Kurdistan’ê û biryara Emerikayê di derheqa 3 pêşengên Tevgera azadiyê hat kirin. Bi êrîşa li ser Şengal’ê û Mexmûr’ê tehdit zêdetir kir. Tiştê ku niha dewleta dagirker dike encama dijminitiya Kurdan a salane bi taybetî piştê ku Kurdan bi gelên din re hevkarî ya siyasî û leşkeri pêşxist pêkhat. Ev biratî zêdetir çavê Erdogan sor kir û di destpêkê de bi çeteyên xwe êrîşê Efrîn’ê kir. Dawî hatina DAÎŞ’ê Erdogan ditîrs3ine wek tunebûna xwe dibine viya. Yên din jî dixwaze emrê DAÎŞ’ê dirêj bike û zirarê bide jiyana netew-demokratîk û exlaqî ku bi xwîna hezaren keç û xortên jiyanparêz ve hatiye avakirin. Em wek xwendakar û welatî ji Erdogan re dibêjin dijinahî li hember Kurdan tê wateya dijminahiya gelên Ereb, Ermen, Suryan û Tirkan. Em wek xwendekar sond dixwin ger êrîş were li ser Rojhilata Firat’ê û Bakurê Suriye em bibin mertal û em ê çeka rumetê bigirin deste xwe û gele xwe biparêzin.