Rêxistina Jin Bi Hev Re Bihêz in(KBG) , di 5-6 a Çileyê de ji bo ku helwesta jinên ku ji mafên xwe jênavegerin nîşan bidin, li Stenbolê bangawaziya hevcivîna jinê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Jin Bi Hev Re Bihêz in(KBG) , di 5-6 a Çileyê de ji bo ku helwesta jinên ku ji mafên xwe jênavegerin nîşan bidin, li Stenbolê hevcivîna jinê li dar dixin.
Endama Koordînasyona Jinên Ciwanên Azad Alev Ozkîraz bal kişand û got sîstema ataerkîl dixwaze qada jinan teng bike û li ser vî polîtîkayî jî dixebite. Ozkîraz got, “ Serkêşiya vî polîtîkayî jî Akp’ê yê ku 16 salan di desthilatdariyê de ye. Hema hema her roj jineke tê qetilkirin û li sûcdar an jî mîna xelatdayînê an cezayekî pir sivik didin an jî ew berdidin. Li gel vî yekî ji jinên ku mafê xwe yî xweparastinê bikaranîn re jî cezayê muebetê tê dayîn û jin wek bêçare nîşan didin. Li hemberê desthilatdariyê yê ku ji kenên jinan û cilên jinan aciz dibe û naxwaze derkeve kolana, jin derdikevin kolanan û dirûşmeya “Em ê azadiyê dixwazin” berz dikin.
Ozkîraz, bal kişand û got; “ pirsgirêka hemû jinan dişibe hev” û berdewam kir;” ji mêj ve jin ferq kir û kete tevgerê ku, jin ji hevûdu hêz digrin û dikarin bi hev re serdestiya zilam hilweşînin. Gava vê ya herî şênber jî bangawaziya rêxistina me Jin Bi Hev Re Bihêz in e û vê bangawaziyê em xurttir kirin. Di bin sîwana Jin Bi Hev Re Bihêz in de rêxistinên jinan ên ku ji polîtîqayên serweriya zilam aciz dibin hene. Yek jî ji wan OGK’ê ye.”
Ozkîraz got:” heke hemû jin bi hev re bin em ê serbikevin. Em ji bo bilindkirina tevgera jinên yekbûyî têdikoşin û ez bang li hemû jinên ciwan hevcivîna mezinê ku di 5-6’a Çileyê de li Stenbolê pêk were dikim.”