NAVENDA NÛÇEYAN- Îro di seat dora 20:30 de li navenda Bab’ê di qada Alem’ê li dijî dewleta Tirk gel rabû serpiyan. Kesên ku derketin kolanan tekern şewitandin û agir pêxistin. Welatiyên herêmê xwestin ku dagirker ji bajarê wan derkeve.
Îro li her dere ku hatiye dagirkirin agahiyên cuda tên. Ji Efrînê agahiya teqînê, ji Minbîç’ê jî di navbera çeteyan û dewleta Tirk de agahiyên pevçûnê hat.