Ciwanên Hesekê ji bo niqaşkirina pêvajo û rewşa siyasî ya ku derbas dibe û tehdîdên Erdogan li ser bakûrê Sûriye civînek li darxistin .
HESEKÊ– Li taxa muftî yê bajarê Hesekê civînek pêkhat. Di civînê de Ciwanên Şoreşger –Ciwanên MSD –Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê beşdar bûn. Di destpêkê de deqeyek rêzgirtin hate girtin. Piştre Mustefa Ehmed axavtin kir û got; ”Ew tehdîdên dewleta tirk û çeteyên wî ve biserneketiye û ew nikare êrîşî rojava bike.eger me şerekî bi dewleta Tirk re destpê kir em dûr nekin ku ji aliyê rêjîma ba’as were ser me. Em pişta xwe bi koalisyona navnetewî ve girê nedin. Me seferberî îlan kiriye û em herdem amadene li dijî êrîşan li ser bakûr û rojhilata Sûriye.
Li ser vê esasî me civîna xwe li darxist. Jibo ku hemû ciwan bi hemû pêkhateyan bibin yek li hemberî êrîşan û soz didin Serokê xwe û Şehîdên xwe, em ê li ser riya wan bin. Em ê berxwe bidin jibo jiyaneke azad û jibo gelê xwe. Piştî axavtin daxuyanî hate xwendin.
Daxuyanî wiha bû:
Bi navê ciwanên şoreşger ya bajarê hesekê êrîş û tehdîdên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêma xweseriya demokratik şermezar dikin û kiryarên wê li Efrîn’ê û bang li hemû hêzên demokratîk û navnetewî û aştîxwaz dikin ku li hemberî van tehdîdan bi erka xwe yê mirovahî rabin.
Em wek ciwan soz didin ji Serok APO û şehîdên xwe û gelê xwe dikin ku em li hemberî van êrîşan bisekinin û bibin bersivek xurt li dijî destdirêjahiya li ser gelê me û axa me.
Em bang li hêzên demokratîk dikin ku li dijî tecrîda giran li ser Serokê Gelan Serok APO bitêkoşin. Em soza bilindkirina tekoşîna xwe nû dikin û em ê berxwebidin ta jiyaneke azad û bi rûmet bi Serokê xwe re bi dest bixin û em bang li hemû ciwanên şoreşger dikin tevlî seferberiyê bibin û bi erka xwe yê welatparêzî rabin.