Li gorî agahiyên ajansên Îranê, dibistanekî keçan a bi navê Osiwe Hesene li parêzgeha Belûçistanê ya dikeve başûrê rojhilatê Îranê duh şewitiye.
ÎRAN- Li gorî agahiyên ajansên Îranê, dibistanekî keçan a bi navê Osiwe Hesene li parêzgeha Belûçistanê ya dikeve başûrê rojhilatê Îranê duh şewitiye. Hate ragihandin ku di encama şewata li dibatana taybet a keçan de 3 xwendekarên keç jiyana xwe ji dest dane û yek jî birîndar bûye.
Di şewatê de 2 xwendekaran li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane û du birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê, ji ber ku yek jê ji sedê 90 bedana wê şewitîbû jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine dayîn, dema ku agir girtiye dibistanê tenê ew herçar xwendekar di refa xwe de bûn ku di encamê de sêyan jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.
Di 5’ê Çileya sala 2012’an de jî li Dibistana Şênaw ya li Rojhilatê Kurdistanê ya keçan şewitîbû. Di encamê de 29 xwendekar şewitin û 2 xwendekaran jî jiyana xwe ji dest dan. Ji ber şewatê hinek jî wan gelek bendena wan birîndar bûn.