Li Serekani ya Rojava geel li dijî gefên dîkdator Erdogan dest bi çalakiya mertala zindî kirin.
SERÊKANIYÊ- Di van kêliyan de bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê bi hemû pêkhateyên xwe li pêşiya Mala Gel kom bûn da ku berê xwe bidin xeta sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyê de da ku derfet nedin artêşa Tirk a dagirker ku êrîşan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.
Tê payîn ku şênî di nava çend saetan de berê xwe bidin taxa Ronahî ya li ser sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyê de. Komîteya amadekar diyar kir ku çalakiya wan dê hefteyekê dewam bike û hemû şêniyên herêmê dê nobedê bigirin