Ciwanê Alîkor’ê li ser mijarê êrîşên dewleta Tirk li ser Rojava nêrînên xwe anîtin ziman. ciwanan gotin em ê heya dawî axa xwe biparêzin.
KOBANÊ- Devleta Tirk li ser sinorê bi çekên giran û çeteyên xwe kom dike, ji bo erişê Rojava û Bakurê Suriye bike. Ciwanên Alîkor’ê li ser vê mijarê nêrînên xwe anîtin ziman.
Endamê Xweparastina Ciwanan Brusk Cemal got ku ‚‘‘Ew dixwaze devleta Tirk tehdît li dijî me rake u ku devleta Tirk nikare serkefti bibe, ji ber ku civak bi rexistin e. Dewleta tirk nikarin derbas bibin axê me. Heri dawî Brusk Cemal hemû ciwanên Bakurê Suriye u ji welatên din bang kir ku em bihevre welatê xwe biparêzin.
Berdevka Hezên Parastina Ciwanên a Kobanê Lezgin Kobanê li gundê Zormagar nêrinên xwe wiha anîtin ziman;Lezgin Kobanê: Dijmîn êrîşa me dike, ciwanên Kobanê amade ne ji bo bajerê xwe biparêzin û bersivê dijmîn bidin. Ez ji hemû gelên bakurê Suriye bang dikim, bila wegerin û axa xwe biparêzin. Bila kesên ku çûne bakur, başur, Avrupa vegere mala xwe. Bila herkes bizanibe em ê xwe biparêzin.