Ji QSD bîlançoya rojê; 63 teroristên DAÎŞ’ê hate kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê encamê 24 saetên dawî yê Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD‘ê diyar kir ku 63 terorîstên DAIŞ‘ê hatin kuştin û noqteyên nû hatin avakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê encamê 24 saetên dawî yê Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD‘ê diyar kir ku 63 terorîstên DAIŞ‘ê hatin kuştin û noqteyên nû hatin avakirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

1-Eniya Baxoz:

Şervanên me êrîş birin ser bargehên terorîstan, di encamê de hejmareke terorîst hatin kuştin û hejmarek din birîndar bûn. Şervanên me li vir pêş de çûn û 10 noqteyên nû ava kirin. Her wiha balafirên Koalîsyonê du êrîş li dijî bargehên terorîstan pêk anîn.

Li aliyekî din ê heman eniyê şervanên me  piştî şerên dijwar li ser bargehên terorîstan 1 km pêş de ketin û 17 noqteyên nû ava kirin. Di êrîşê de hin terorîst hatin kuştin û hinek din birîndar bûn.

Li baskekî din ji vê eniyê, di saetên êvarî de hêzên me êrîş birin ser noqte û bargehên terorîstan, li ser vê yek şer derket. Di şer de hejmarek terorîst hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn. Şervanên me li vir 14 noqteyên nû ava bikin. Rêxistina terorîst hewl da noqteyên xwe vegerînin li ser vê yekê bi topên RPG noqteyên me topbaran kirin.

Hêzên Koalîsyona Navdewletî bi top û balafiran deverên terorîstan kirin hedef.

Şerê li tevahî eniyan dem dem didome, car caran hawn têne avêtin.

2- Eniya Hecîn:

Di saetên sibehê de şerên giran rû dan. Şervanên me êrîşî birin ser noqteyên terorîstan, hejmarek terorîst hatin kuştin û hin din jî birîndar bûn, cenazeyê hin ji wan tevî çêkên wan ketin destê şervanan. Terorîstan ji dûr ve bi hawnan bargehên hêzên me topbaran kirin, lê zirar ne gihişt hêzên me.

Şervanên me sibehê xebatên lêgerînê dabûn destpêkirin, di encamê de hejmarek laptop û hin belge dîtin.

Rêxistina terorîst saet 9‘ê sibehê bi hemû çekên giran, sivik û navîn, di nav de doçka êrîşî kirin, şervanên me bersiva êrîşan dan, şer bi saetn dewam kir, di şer de hejmarek terorîst hatin kuştin û hindek din jî birîndar bû, her wiha yên mabûn jî reviyan. Tîma rakirina mayînan a hêzên me li herêmê gelek mayîn ku terorîstan bi cih kiribûn rakirin.

Li aliyekî din, beriya nîvro, di navbera şervanên me û rêxistina terorîst de şer rû da, şer bi saetan berdewam kir. Terorîstan doçka û erebeyên bombebarkirî bi kar anîn, du erebeyên wan ji aliyê şervanan ve hatin teqandin. Paşê hewl dan bi motorsîklêtên bombebarkirî êrîş bikin, piraniya êrîşkarên terorîstan hatin kuştin û yên din jî ji herêmê şer reviyan.

Di saetên êvarî de şervanên me li vê eniyê pêş ketin û noqteyên nû ava kirin. Terorîstekî ku mayîn li xwe pêçandibû hewl da xwe di nava şervanên me de biteqîne, şervanên me ji dûr ve lê dan û mayîna bi wî ve hate teqandin. Balafirên koalîsyonê çend bargehên terorîstan kirin hedef û hejmarek terorîst  hatin kuştin û hejmarek din birîndar bûn.

Li aliyekî din, şervanên me êrîşî bargehên terorîstan kirin, di êrîş de hejmarek terorîst hatin kuştin û hindek din jî birîndar bûn, terorîstan hewl dan êrîşeke bergireh li hemberî hêzên me pêk bîne lê êrîş hate şikandin.

Şerê li vir jî dem dem didome.

3-Encam:

-Hejmara terorîstên hatin kuştin: 63

-Windahiyên terorîstan: 2 erebeyên bombebarkirî û 10 bargeh hatin teqandin, 5 rê li ser terorîstan hatin qutkirin, her wiha tuneke terorîstan hatin teqandin.

-Derbeyên Koalîsyona Navdewletî: 31 êrîşên hawayî”

Nivîsa Pêş