Ciwanên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî greva birçîbûyîna kû 16 kanunê destpekirî iro dewr girtin.
MEXMÛR- Ji bo Rêberê Gelan Brêz Abdullah Ocalan greva birçîbûyînê ya kû bi pêşengtiya Leyla Guven hatiyê destpêkirin li herderê belav bûye. Li wargeha Şehîd Rustem Cûdî jî di 16 Kanûnê da hat destpekirin, Ciwanên wargehê jî 19 kanûna 2018 de grevê dewir girtin.
Ji çalakvanan bi navê Nalîn Selçûk ji ajansa me ya Nûce Ciwan rê wiha axifî û got; “Ez destpêkê silavê xwe ji Rêber APO re dişinim, ez jî wek jinêk ciwan ji bo kû ez xwedî Rêbertiya xwe derbikevim iro me vî çalakiyê dewr girt.”Her wiha Selçûk da diyar kirin ku;” Tecrîda giran kiriya li ser Rêber APO demek direjê berdevam dike, ji bo em vî Tecrîdê bişkînin pewîste em wek ciwan û wek Jinên Ciwan em hertim di tevgerêk de bin da kû em karibin li Rêbertiya xwe xwedî derkevin.”
Di dawiya gotinên xwe da Selçûk bangawaziya Ciwanan kir ku; Pewîste em wek ciwan çi dibe bila bibe gerek em hertim li pey doza şehîden xwe da û li ser xeta azadiya Rêber Apo bimeşin.Û li hember dagirkerê kû dixwazin xaka me talan bikin li hember wan pewiste em serî rakin.”
“Dev Ji Çalakiya Xwe Bernadin Û Heta Dawî Jî Em ê Berxwe Bidin.”
Ciwanê bi navê Mazlum Tok jî da diyar kirin kû; Em wek ciwan helwest û berxwedana Leyla Guven di destpêk da slav dikin, disa girtiyên zindanan kû dest bi greva birçîbuyînê a bê dem û bê dorveger kirine em wek ciwanên Maxmûrê slavê xwe ji bo wan hevalan rê dikin. Wek ciwan jî ev dewra duyeminê me dewir girtiyê ,em jî heta kû ji Rêberê xwe agahiyek negirin em dev ji ev greve bernadin. Banga me ji tevahî Ciwanên Kurdistanê ewe ku piştgirî bidin çalakiyên gerva birçîbûyinê. Bila dewleta dagirkera faşist zanibê Heta kû em agahiyek zelal di der heqê Rêbertiya xwe da negirin em ê dev ji çalakiya xwe bernedin û heta dawî jî em ê berxwe bidin.”
NC/ Mervan HÊVÎ