Çeteya bi navê Ayşenûr Încî yê 24 çar salî di lîsteya ‘teror’ê ya şîn de ye û 1.5 mîlyon pere danîtibûn serê wê hate berdan. Ev tişt cara yekem dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN- Çeteya bi navê Ayşenur Încî di dîroka 2014’an de ji Semsûr’ê derbasî Suriye bibû û tevlê DAÎŞ’ê bibû. Piştê ku QSD dawiya DAÎŞ’ê anît hate gotin ku Încî 15 Kanun’ê de li deriyê sînor ê Xabûr’ê xwe radestî dewleta Tirk kiriye.
Wek biryarekê sosret Încî piştê ku sevkê Edliye ya Semsur’ê yê dadgeha nobedar ê Sulhê hat kirin, bi hukmê ‘konrola edlî’ hate berdan.
Wezareta Hundirin li ser vê çeteyê bi navê Ayşenur Încî xelat danîtibû. Încî hêj jî qaşo di lîsteya ‘teror‘ ê şîn de ye.
Ayşenûr Încî çawa hate berdan û çawa derbasî Deriyê Sînor yê Xabur’ê b3u nayê zanîn. Her wekî din cara yekeme ku di ‘lîsteye teror’ê de tê berdan.