Di danîşîna doza Kemal Korkut de dîsa polêsa dewleta dagirker nehat girtin. Kujer Y.Ş. hêj jî li derve di nav civakê de ye.
AMED – Di danişîna doza Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de bi guleya polîs hat kuştin, daxwaza girtina ji bo bersûcê bûyerê polîs Y.Ş. hat redkirin.
Di Newroza 21’ê Adara 2017’an a Amedê de xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ji aliyê polîs Y.Ş. ve hat kuştin. Doza têkildarî kuştina Korkut hat vekirin danişîna 4’emîn li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Bersûc Y.Ş. ê ji sûcê “Kuştina mirov a bi muhtemela qestîka” ku cezayê muebetê yê hepsê jê re tê xwestin û parêzer beşdarî danişînê bûn.
Parêzerên malbata Kurkut di danişînê de li ser ropara ku ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) a ve hat amadekirin beyanên xwe diyar kirin. Di danişînê de daxwaza girtina polîsê bersûc Y.Ş. hat redkirin. Danişîn taloq bû.