Li bajarê Swîsre ya Zûrîh’ê ciwanên ku bi navê Platformê Ciwanên Zurih’ê, ji bo piştgiriya çalakvanên Êlekzeran çalakiyekê li darxistin.
ZÛRÎH- Li bajarê Swîsre ya Zûrîh’ê ciwanên ku bi navê Platformê Ciwanên Zurih’ê, ji bo piştgiriya çalakvanên Êlekzeran çalakiyekê li darxistin. Çalakiya ku di pêşengtiya Platforma ku wek tevgerên Yekitiya Ciwanên Şoreşger, Ciwanên Demokratîk Nû, Young Strouggle û PGÎ-MLM hate li darxistin, li navenda Zûrîh Qada Bellevue’yê hat destpêkirin.
Ciwanên ku heya Konsolsluka Fransa’yê meşiyan bi êleka xwe ya zer diruşmên bi ziman Fransî ‘Her der Fransa, her der berxwedan‘, ‘Bijî piştgiriya enternasyonalên gelan‘, avêtin. Ciwanan sedan belavokên ku amade kiribûn ji gel re belav kirin. Hate dîtin ku gelek polêsên Zûrîh’ê li hember çalakvanan evlehiyê bilind kiribû.