AMED- Li mezraya Kaniya ya Taxa Karahasan a navçeya Amed’ê Licê baregeheke nû ya leşkerî hate avakirin. Herêm berê ‘herêma leşkerî ya demkî’ bû û car caran leşker û cerdevanan li wê derê nobet digirtin. Baregeha ku 5 roj berê hate avakirin bi wesayîtên zirxî leşker û cerdevan 24 saetan lê nobetê digirin.