33 ciwanên SGDF’ê yê ku ji bo zarokên Kobanê berê xwe dabûn Pirsûs’ê û di dema daxuyaniyê de ji ber êrîşa çeteyên dewleta Tirk şehîd ketibûn di meha xwe ya 41. de li Kadikoy’ê hate bîranîn.
STENBOL- 33 ciwanên SGDF’ê yê ku ji bo zarokên Kobanê berê xwe dabûn Pirsûs’ê û di dema daxuyaniyê de ji ber êrîşa çeteyên dewleta Tirk şehîd ketibûn di meha xwe ya 41. de li Kadikoy’ê hate bîranîn. Di bîranînê de hevalên ciwanan û malbatên wan amede bûn.
Wekê Malbatên Pirsûsê gotin ku; ‘Em tenê ne ji bo qetlîama Pirsûs’ê, di heman demê de ji bo hemû qetlîamên ku di van axan de pêk hatiye têdikoşin û em dixwazin ev qetlîamên di nav axan de pêktên were ronî kirin.’’
Malbatên Pirsûs’ê gotin; ‘Dixwazin bi rêya nepejirandina xwestekên malbat û parêzeran ser dozê bigirin. Lê em ê ji vê pêvajoya serdegirtina dozê re tameşevan nemînin.’’
Malbatên Pirsûs’ê bal kişandin li ser encamnegirtina dozê û gotin ku wê lêgerîna me ya edaletê berdewam bike.