Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriye û Yekîtiya Jinên Ciwan bang li hemû ciwanên Bakûrê Sûriyê kirin ku êdî dem hatiye jibo parastina hemû nirx, afirandin û destkeftiyên şoreşa bakûrê Sûriye, piştgiriya xwe jibo seferberiya ku hatiye îlan kirin û meşek bi meşeleyan li darxistin.
AMÛDÊ- Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriye û Yekîtiya Jinên Ciwan bang li hemû ciwanên Bakûrê Sûriyê kirin ku êdî dem hatiye jibo parastina hemû nirx , afrandin û destkeftiyên şoreşa bakûrê Sûriye, piştgiriya xwe jibo seferberiya ku hatiye îlan kirin û meşek meşeleyan li darxistin.
Her wiha berî meş daxuyanî li ser navê tevgerê hate dayîn, daxuyanî ji aliye Rêvebera TCŞ’ê Vînda Hêvî ve hate xwendin.
Di Daxuyanî de hat gotin; ”Em di sedsala şerê cîhanî ya sêyem re dibin di heman deme de em nêzî sedsala itîfaqa lozanê ya tarî û bê bext dibin em ji bîr nekin ku wê demê biryara qirkirin û tunekirinê li ser gelê me dabûn dewletên emperyalist me baş nasdikirin dizanîbûn ku me tevahî împeratoriyên zilmê rûxandin û me serî jş tu kesî re ne tewand ji kawa heya selahittîn û ji berxwedaniya sûrya bi pşengtiya yusif ezme û ibrahîm henano heya serhildana koçgirî dîsa li îraq û başûr berxwedana Berzenciyan ku li dijî Îngilîziyan heya Besrayê belav bû û li Îran’ê û rojhilat Sîmkoyê Şikakî li hemberî zilmê heya dawî berxweda.”
Daxuyanî wiha berdewam kir; ”Dewleta tirk fêm kir ku ne bi tena xwe ne jî tenê bi yek dagirkerî gele Kurd qir nabe ji ber wê emperyalîstan bi Lozanê çar dewletên dagirker û faşîst bi xwe re kirin şirîkê qirkirina me li bakûr bi dehan komkujî kirin û bi hezaran Kurd dan koçkirin li başûr bi sedhezaran Kurd bi enfal û kîmyabaranan kuştin li Mehabad rêberên me darvekirin.
Em dizanin ku bi Rêber APO re bi cejna vejînê re bi gerîlatî û berxwedaniya nûjen ya Apoyî re îsbat bû ku gelê Kurd li ser komkujiyan berxwedaniya xwe îsrara xwe ya azadiyê zêdetir dibe û bêhtir dibe xwedî hêz di vê sedsalê hêzên dagîrker yên Ewropî di serî de faşîzma Tirk li ser me mirin, teslimiyet, îxanet û qirkirinê ferzkirin Rêber Apo bi rastiya PKK rastiya vejiyî azad û bi hêz xuliqandin, her çiqasî ku hêzên Ewrupî yên xwînmêj bi qomploya reş li ser Rêber Apo dîl girtibin jî ya têkçûyî Lozana wan pîlana wan ya qirkirinê ye li bakûr li zindanan li kolanan di hundirê her malekê de terora dewletê li ser Kurd pêk tê li başûr me dît ku çawa Tirkiye ket tevgerê û ji Xaneqîn, Kerkûk heya Şengalê bi desteka Kurdê xayîn êrîşî Kurdên azadîxwaz kirin li Rojhilat her roj bi îdaman azadiyê di sutiyê Kurd de difetisînin li rojava qada ya ku Rêber Apo ev heft salan tevahî çete, barbar û bi her şêwe ambargo jî di ser de bi qehremanên Rêber Apo re keç û xortên vî gelî re di şer de ne hey abi Reqa û Dêrezorê nav û dengê Rêber Apo, PKK û şervanên kurs bi taybet YPJ sînor û pişt sînor derbaskirin da nîşan Rêber Apo bi ser ket, Lozan têk çû. Ji ber wê tevahî hêzên xwe dost didin nişan û yên dijî bi hemû şêwazî pîlana qirkirina gelê me dîtin bila bizanibin bi deste Tirkiye û çeteyan pêkanîn. Her kes dizane ku tehdîtên yên vê dawiyê pir xeterîn, nîşanên pîlanên pir hêzanin û wê ti kes li dijî nabe. Hemû hêzên dagirker jî wê bi wan re be û di nav de be li ser van bingehan pêwîste hemû ciwanên rojava û gelê me bizanibin ku di serî Rêber APO, Tevgera Kurdê Azad û tevahî gelê me destkeftiyên şehîdên me li her parçeyên Kurdistan azadî, rumet, jiyan, pêşeroj û hemû nirxên me yên ku tenê bi wan wateyan hebûna me heye vê zivistanê di bin êrîşên man û nemanê de ne.
Herî Dawî daxuyanî bi van gotinan xilas bû; ”Em bang li tevahî ciwanên Rojava dikin dem t dema berxwedan, şeref, şehîd û Rêbertiya xwe xwedîderketinê ye ji bi vê yekê em di çerçoveya Serî Hilde de bi dîrûşmeya jı bo ”şîkandina tecrîd, rûxandina faşîzmê, rizgarkirina Kurdistanê serî hilde” de banga serhildan û herikandina li ser sînorên faşîzm dikin ku her ciwanek pêwîste heval û xizmên xwe kombikin û tevlî cepheyên şerê jiyana xwe bibin. Em ji bîr nekin ku riya azadiya me ji hilweşandina Enqerê re derbas dibe.”