Demsal payîz bû. Xweza hemû newaya zer dizîbû û xistibû heqîva xwe. Piştî meşeke zehmet û bêhneke dirêj me henaseyeke kûr kişand û em li Dêrsîm’ê bûn. Herî dawî em gihiştibûn tama dema ku em li bendê bûn, em hemû gihiştibûn armanca xwe. Piştî sê meha em gihiştin cihê ku pêwîste em gihiştî bane. Hundirê me bi coş, çavên me bi şewq. Serkeftin û kêfxweşî bi hevre bû. Rêkên ku hinek caran her kesî guman hinek caran jî tam dê dev jê berde cardin gotina xwe lingê xwe re derbas dikir… rêkên ku “xilasbûn nizane” herî dawî xilas bûbû. Cihê ku pêwîste em lê bin em li wir bûn, hestek ku me xwe hîn bêhtir nêzî Serokatî didît bedena me pêçandibû. Ev hest hişt ku pir gerîla ji imtîhanên zehmet û ji bûyerên zor derbas bibin. Ev bawerî bê xewî, birçîbûn, westandin, serma guhdar nake.
Her gerîla rêdûrê hêviyane yê ku çiya, rê, avên ku derbas nabe derbas dike ye. vîn e, ked e gerîla. Serpêhatiya her gerîlayekê xêwadana ser eniyan e. Av daweribû, pêlên ku di çiqlê darê de li berxwe dide û sinyalên tevahî xwezayê hişyarî dida zivistanê. Bendê mayînên bi heycan, meraqa destpêkeke nû, pirsên “Gelo” mêzekirinên ku tevahî ziraviyên xwezayê berçav re derbas dike. Bi meraq em li bendê bûn ku kî wê werê me bigre. Ji xuşîna pelên zuha, ji dengê darên ku ketine nav hev me fêm kir ku heval hatin. Mekabên xwe yê ku qetiyane bi baldarî dirûtibûn. Li hember cilên xwe yê ku qetiyabûn mîna raperînekê cardin û cardin dirûtibûn. Bêrîvan gerîlayeke ku bejin dirêj, bibejnûbal, xwedî teneke spî û porên kej(kumral), ji dil û çavên xwe dikeniya. Gerîlaya jin ya ku li Dêrsîm’ê me me yekemîn dîtibû. Bi wê re mayîn, ji wê gerîlatî fêrbûn, di pêşengtiya wê de meş şensek bû. Barê xwe deyna û gûzên ku di zivistanê de ji bo hevalan kom kiribû kulmek da hemû hevalan. Geliyê Dokuz Kayalar pir bala wê kişandibû. Sîra Dêrsîm’ê ya ku ji bo hemû nexweşiyan dermane cara yekem me ji destê wê tam kir. di cihên pêwîste fermandar, carna rêberek û her dem hevrêyê hevalê xwe bû. Di demên meşa de pêşengtî nedida kesekî, dema xeterî hîs dikir ya ku herî pêş bû ew bû. Dema zengilê xeteriyê lê dida hstên wê yê bihêz hema diket dewrê de. Di navbera xwe û hevalên xwe de mesafe vedikir, ji bo ku neynoka wan jî xwîn nebe her tişt dikir. Fermandareke ku her dem di tetîkê de bû. Rêkên ku tê de diçû qed cardin tê de ne dihat. Ji bo ku dijmin matmayî bihêle di daristanên teng û di araziyên zaxor re derbas dibû. Ew ne tenê yê hevalên jin fermandarê her kesî bû. Pîvana bêguman qebûl dîtinê bû. Rêzdarî bû, otorîte bû. Bi zanista keda xwe û jiyana xwe a bi rêgez û rêkûpêk ji derdorê rêz dîdit, bi avahiya xwe a otorîteya xwezayî di fermandartiya jin de sekneke mînak raber dikir. Bi hêz û mejiyê jin yê ku veşartî maye bi derxistina wê û bi çiyabûnê bawer dikir ku wê azad bibe. Heval Bêrîvan fermandareke ku di hêla fizîk de yê ku herî zêde xwe zorleme dike, barê herî giran radike û ji bo gorevên zehmet xwe pêşniyar dike bû. Zehmetî û xweşikbûnên jiyana gerîla dixwestin ji wê fêr bibin, ji ber kuk heval Bêrîvan ji çavên jiyanê tevlê dibû ji dilê wê diherikî. Fermandareke xwînsar bû. Bi nêzîkatiyên xwe xwînsar yê ku li hember dijmin û xwezayê raber dikir wêrektiyek dida hevalên xwe. Di zîvirandina gorevekê de di kemîna ku em ketibûnê de carekê de bersiv da dijmin berê hevalên xwe da aliyeke din. Bi wêrektî û bê tirsiya xwe baweriyeke mezin dabû hevrêyên wê yê ku destpêka jiyan dikin.
Navê bi biryarbûnê bû. Nabeya dicût. Tişta ku jê re “naye kirin” tê gotin ew ser de diçû. Ji ber ku di zanista serkeftin rêgezeke ku jê naye veqetîne de bû. Pêwîste rêkên dirêj derbas kiriba, gorevên zehmet serxistiba, li hember binketina serê xwe netewandiba.
Li Rojavayê Kurdistan’ê li bajarê Kobanê mezin bûbû heval Bêrîvan. Bi nirxên ku li ser axa bajarê hene di temeneke biçûk de bûbû yek. Xwedî kesayeteke ku girêdayî welat û nirxên wê bû, kedkar û berxwdêr bû. Cevherê gelê ku Li hember hemû zordariya berxwe dide di heval Bêrîvan de vucût girtibû. Ji Kobanê berê xwe da Başûrê Kurdistan’ê, ji wir ber bi Botan’ê, ji Botan’ê jî berê xwe da Dêrsîm’ê. Di rêka navnetewîbûnê de bi avêtina gavên herî mezin bûbû Kurdistanî. Dema behsa çand û kevneşopiya Dêrsî’ê dikir me digot qey ji wir e. Digot; “ez behsa xwarina herî xweş ya vê herêmê bikim; “Şîrî kut, Zerfet, yê ku Zerfet dixwe pir hêz digre. Ji ber ku ji madeyên xwezayî tê çê kirin. Bi ard, xwê, av, nivîşk, sîr, toraq ango bi mast tê pijandin. Gelê Dêrsîm’ê ji bo mêhvanên xwe yê herî bi nirx vê xwarinê pêşwazî dikin. Di van çiyayan de yê herî bi nirx jî hûnin, ez jî ji we re çêkim.” Jiyan li vir bê sîr û bê toraq zehmet e çavkaniyên me hêzê yê duyemîn jî evin. Dema di nav kêmekî nan de toraq û sîr hebe di van çiyayan de kî dikare me bide sekinandin. Rojekê dema em bi hev re çûn gundekî elewiyan bi rêzdarî pêşwazîkirina gel dida diyar kirin ku heval Bêrîvan bi çand û nirxên wê herêmê re çiqas bûye yek. Mamê kal wiha gazî dikir; “Bêrîvana min hatiye.” Hezkirin û rêzdariya wan ji pêşwazîkirina wan diyar dibû. Mamo di her axaftinên xwe de digot; “Baba Dûzgûn.” Dema em ji malê derketin min wateya “Baba Dûzgûn” pirs kir û bi van hevokan anî ser ziman; “Dûzgûn(duzgi/Dizgun), li gor baweriyan pîrekî xwedî keramet e. gotinên di derheqê wî de, di zivistaneke pir dijwar de heywanên xwe têr dikir û xwedî li wan derdiket. Ji ber wê bizinên wî yê ku dibir çêrandinê li gor yê din her tim bi tendûristî bûn. Ji ber ku bavê wî Seyîd Kureş meraq dike rojekê biryar digre ku wî bişopîne. Herî dawî dibîne ku dema Haydar bi gopalê destê xwe li dara dixe dar ji nişka ve şîn dibin û bi vî şêwazî bizinê xwe diçêrîne. Dema bizinek ji xişxişa Kureş yê di nav giya de di tirse Haydar dizîvire bizinê û dibêje; “ çi bû ji te, te Kuresî Khur dît?” bi van gotinên wî bavê wî derdikeve, Baba Dûzgûn ji ber ku navê bavê xwe dibêje şerm dike û direve çiyê, ji ber çavan winda dibe, di çiyayan de dibe nepeniyek.
Di nav Elewiyên Dêrsîmê de Baba Dûzgûn parêzgerê rastî û dûrûstbûnê ye. ew nîşaneya ji gotinê bawer kirinê ye. di nav ferdan de pirsgirêkên ku nayên çareser kirin bi armanca çareseriyê ji wî re tê veguhastin û kesê ku vê dike dibêje; “min doza xwe ji Baba Dûzgûn re hişt.” Li gor baweriyê li Dêrsîm’ê ger kesekî ku zewiciyê hîna ne xwedî kurêkî be Baba Dûzgûn diçe serdana wan, gorî jê dike û adak dide, ji bo ku kurekî bide bergeran(dua) dike. Ger daxwazî pêk were navê kurê xwe dike “Dûzgûn.” Dema behsa çand û pîrozbahiyên Dêrsîm’ê dikir weke ku heqîqeta xwe jî di nav de didît behs dikir. Ji bo ku zimanê kurmanckî fêr bibe meraqa wê pir zêde bû, her tim peyvek fêr dibû û hevokan ava dikir, bi gel re diket nav têkiliyê. Weke ku nepeniya avakirina têkiliyan çareser kiriye tevlê dibû. Dema şervanê xwe perwerde dikir; “ yê ku zirar dide mal û nirxên gel ez di nav texima xwe de qebûl nakim, qed weke ku gel ji derveyî me ye nêz nebin, yê ku hezkirina wan ya gel nîne qed bilind nabe.” Digot.
Heval Bêrîvan di pêvajoya ku li Dêrsîm’ê dima her tim bi hîskirina heval Zîlan û bi jiyankirina wê tevlê dibû. Her ku diçû daristana Şehîd Zîlan diçû mangaya ku heval Zîlan lê dima, i saetan rûdinişt, rûyê xwe li dergaha Zîlan dikir. Şîverêyên ku Zîlan tê de meşiyabû ew jî gav davêt. Di xaka Dêrsîm’ê de weke Zîlan jiyan kir Bêrîvan.
Heval Bêrîvan ya kku di her gorevê de pêşeng bû li gundê Derhage ya ku girêdayî navenda Dêrsîm’ê ye di encama kemînê de şehîd dikeve. Gel heya siharê cenazeyê wê li malê digre. Dayîkeke ku wê nas dikir dema li cenazeyê wê mêze dikir ev gotin anîn ser ziman; “ Heya dawiyê tu bi me re yî. Ferîşteya rû spî. Tu qêrîna Munzur’ê yî. Feryada Zarîfe, rûmeta Seyîd Riza yî. Adaqa min ya li Baba Dûzgûn hemû ji bo te û hevrêyên te be.”
Eylem Ronî