Îro serê sibê li Wan’ê polêsên Dewleta çete yê Tirk avêtin li ser malên siyasetmederan. Di tê de dayikekê aşitiyê jî 6 kes xistin binçavan.
WAN– Îro serê sibê li Wan’ê polêsên Dewleta çete yê Tirk avêtin li ser malên siyasetmederan. Di tê de dayikekê aşitiyê jî 6 kes xistin binçavan.
Li Wanê serê sibê di serdegirtinên malan de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Umît Dede, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Wanê Okkeş Kava, Alîkara Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Handan Karakoyûn, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Payîzava Sînem Malal, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê Hemî Akdogan (Xemê) û Cahîde Olmez hatin binçavkirin.
6 kesên hinceta binçav kirina wan nehat zanîn li Midûriyeta Polîsan a Wanê tên girtin.