Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekî dijwar diqewime.
NAVENDA NÛÇEYAN- Çeteyên DAÎŞ’ê bi rewşa nebaş a hewayê re bi dehan wesayitên zirxî êrîş birin ser nuqteyên şervanên QSD’ê yên li eniyên Şefa û Sûsê.Şervanên QSD’ê di cih de bersiv dan û li ser vê yekê şerekî dijwar dest pê kir.
Tê gotin ku di şer de gelek çete hatine kuştin.