Hêzên Rizgariya Efrînê; leşkerekê dagirker mir 6 jî brîndar bu

Hêzên Rizgariya Efrînê, li ser rewşa çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek da.

NAVENDA NÛÇEYAN-  Hêzên Rizgariya Efrînê, li ser rewşa çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê wiha ye:

“Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê, li Efrînê li dijî dagirkeriyê çalakiyên me yên nû ku dawî li dagirkeriyê bîne û her wiha rizgariya gelê me teqez bike, bi pêş dixin. Em ê wek Hêzên Rizgariya Efrînê li her derê şerê xwe yê rewa û mafdar, bi şîara ‘Bidawîkirina dagirkeriyê’ bidomînin. Di vê çarçoveyê de em çalakiya xwe ya yekemîn bi gelê xwe û raya giştî re parve dikin.

1. Di 18’ê Kanûnê de yekîneyeke me di navbera gundê Gobelê û navenda navçeya Şera de li dijî baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de leşkerek hat kuştin û 6 leşker jî birîndar bûn.

2. Di heman demê de yekîneyeke me di navbera gundê Basûta yê navçeya Şêrawa û navenda Efrînê li dijî seyareyeke leşkerî ya girêdayî koma çete ya Firqet el-Hemze çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de li gel ku windahiyên koma çete çêbûn jî, der heqê hejmara wan de agahiyên zelal bi dest neketin.”

Nivîsa Pêş