Jinên ciwan ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşekî bi erbane lidarxistin û piştgirî dan grevên birçîbûnê.
MEXMÛR- Jinên Ciwan ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di çarçoveya çalakiyên ji bo rakirina tecrîdê de meşek bi erbaneyan lidarxistin. Meşê ji Saziya Ciwanên Mexmûrê destpêkir heya ber Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê ku greva birçîbûnê li wê di roja 6’an de berdewam dike.
Di meşê de pankartên weke, ‘Bi pêşengiya jinên ciwan, emê tecrîdê bişkênin’ û ‘Sonda me ye emê pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêber Apo re azad jiyan bikin’ hatin rakirin. Piranî jinên ciwan di meşe de tîşortên kes û sor li ser wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan heyî li xwe kirin û dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Serok roja me em agirê dara wî’, ‘Kesek nikare roja me tarî bike’, ‘Bijî Partiya Karkerên Kurdistan’ û ‘Em jinên ciwan bi te re ne Ocalan’ bilind kirin.
Piştî ku jinên ciwan gihan ber Saziya Malbatên Şehîdan li wir daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê jina ciwan Rojîn Bayram ve hat xwendin.
‘Weke jinên ciwan tecrîdê na pejirînin’
Rojîn diyar kir ku ewê weke jinên ciwan li hemberî tecrîdê bêdeng neminin û wê her dem di nava çalakiyan de bin û got: “Em weke jinên ciwan tecrîdê na pejirînin. Rêberê me ji bo me jinên ciwan xeta sore. Heya ku tecrîd ser Rêberê me hebe divê ti kes di mala xwe de nesekinin. Em ê weke jinên ciwan girêdana xwe ya bi Rêberê xwe re di nava çalakiyan de bidin nişandan.
Ji ber tecrîda girankiri ya li ser Rêbertiyê li hemû qadan û zindanan çalakiyên greva birçîbûnê hatine destpêkirin. Weke Rêxistina Jinên Ciwan ên Mexmûrê ji bo Rêbertiya me ya ku sedema jiyan, vîn û hebûna me ye pêwîste em jî dengê xwe bilind bikin. Her ku em bêdeng dimînin rewşa tecrîda li ser Rêbertiyê weke ku bûyerek ji rêzê ye tê destgirtin. Em baş bizanin ku girêdanbûyîna gelê Botanê ya bi Rêbertiya xwe re mezine. A niha dem dema vê nîşandayînê ye. Rêbertî ji bo me tê çî wateyê divê dost û dijmin her kes bibine. Ji bo vê jî hewceye tevahî jinên ciwan vê weke erka xwe ya herî sereke bigirin dest û tevlî çalakiyan bibin.”
‘Wê ticarî nekarin bi êrîşan çavê me bitirsînin’
Rojîn balkişand ser êrîşên di rojên derbasbûyî de ser wargehê û wiha doman kir: “Dixwazin bi êrîşan gelê me bê vîn bihêlin. Lê bila baş bizanin her diçe em jinên ciwan bi hêrs û kîn dibin. Wê ticarî nekarin bi êrîşan çavê me bitirsînin.”
Dema ku çalakvan gihiştin cihê çalakiya greva birçîbûnê gelê wargehê jî li dora wan kom bûn û piştevaniya çalakiya wan kirin.Piştî daxuyaniya jinên ciwan dirûşme hatin bilind kirin. Paşê jî bi pêşengiya jinên ciwan dîlan hat gerandin.