STENBOL- Li Stenbol navçeya Pendîk’ê taxa Aydos’ê îro di seatên êvarê de xwendekarên kovara Kaldiraç’ê xwestin ku meşekê ji bo bîranîna Bekîr Kilercî(Burhanettin Akdogdu) yê ku di sala 13 Kanunê 1997 de hatibû qetilkirin û Ali Serkan Eroglu’ya ku di 23 Kanuna 1997 de hatibû qetilkirin lidarbixin. Lê polêsên dewleta çete êrîşê çalakvanan kir û bi lêpîrsîna GBT’ê 6 xistin binçavan.
Dorpeçkirina polÊsên dagirker hêj di taxa Aydos’ê didom e. Hat zanîn ku kesên binçavkirine birine qerekola Tavşantepe.