Li dijî gefên ku Serokçete Erdogan li ser Rojava û Bakurê Suriye dike di derheqa vê de gele Derîk’ê axîvîn û gotin ku ew ê heya dawî berxwe bidin.
DERÎK- Serokçete Erdogan ji 12 Kanunê ve li ser Rojava û Bakurê Suriye gefên xwe zêde kirine. Li ser vê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilata Suriye seferbertî îlan kiribû û gel herîkibûn qadan. Bi herikandina gel nobed, meş û çalakiyên mertala zindî li her derê pêşketibû. Gel li dijî êrîşan helwesta xwe diyar kiribûn.
Bajarê Derîk’ê ku ev jî ji bajarên li ser sînore bi welatiyan re li ser êrîş û gefên serokçeteya dewleta Tirk Erdogan li ser Bakur û Rojhilata Suriye’yê axîvîn. Ciwanê bi navê Ehmed Zinar vana anît ziman; ‘’Em bi salana wek Ereb, Kurd û Suryan bi hev re jiyan e. Îro Erdogan û dewleta wê ya dagirker jiyana me tehdit dike. Bi êrîşê tehdit dike. Wek lavê vê erdnigariyê em Ereb, Kurd, Suryan axa Rojava biparêzin.’’
Mistefa Cemalê 60 salî jî got ku; ‘’ Ji 7 salî heya 70 salî pêwîste herkes li dijî êrîşên dewleta dagirker yê Tirk rabin ser piyan. Me ewqas şehîd da . Ger êrîşek bibe em ê heya xwîna xwe ya dawîyê berxwe bidin. Em ê destur nedin ku dewleta Tirk şoreşa Rojava têk bibe. Em ji bilî berxwedanê tu tişt nafikirin.’’
Ciwanê bi navê Abdullah Emo jî ‘’Efrîn dagir kirin. Îro jî gef li Bakur û Rojhilata Suriye dixwin. Tenê armanca Erdogan heye ew jî qirkirina Kurdan e. Em ê destur nedin vê.’’