Esker û cerdevanên dagirker ku 16 rojin li mezraya Mala Evdo Heşkê Bît a Gundê Nedarê ya Pasûrê bi cih bûne, mala gund ji xwe re kirine qereqol û dest bi birîna daran kirin e.
AMED – Esker û cerdevanên dagirker ku 16 rojin li mezraya Mala Evdo Heşkê Bît a Gundê Nedarê ya Pasûrê bi cih bûne, mala gund ji xwe re kirine qereqol.
Esker û cerdevanên dagirker ku 16 rojin li mezraya Mala Evdo Heşkê Bît a Gundê Nedarê ya Pasûrê ya Amedê bi cih bûne, mala gund ji xwe re kirine qereqol. Nêzî 200 esker û cerdevanên ku bi maşîneyên zirxî li gund bi cih bûne, bêyî destûr bigirin li mala gund bi cih bûne û kirine wekî qereqolê. Hat diyar kirin ku deriyê malê şikandine û eskerên payebilind li vê malê dimînin. Hat zanin ku esker û cerdevan ji 7’ê Kanûnê de li vir bi cih bûne û dar û berên gundiyan bê destûr dibirin. Welatiyên ku serî li rayedaran dan, diyar kirin ku tu bersîv negirtine û hêj esker û cerdevan ji mezraya wan nehatine derxistin.