NAVENDA NÛÇEYAN– Ji ber sedema faliyetên çetevarî yên Serokçete Erdoğan li Kurdistan û Tirkiye’yê her diçe qrîz xwe dide hîskirin. Febrikeya Esasî yê 1. a Sakarya’yê yê ku girêdayê Wezereta Parastina dewleta Tirke ji bo maliyeta wê ji firotinê re hatibû derxistin. Piştê ku febrîqe dewrê Îdareya Taybet re hate kirin karkerên febrîqeyê bertek li dewletê nîşandan û îro çalakiyek li darxistin.
Sendikaya Türk Harb-Îş’ê ku girêdayê Tûrk-İş’ê ye biryara çalakiyê girt û da xuyakirin ku roja duşemê li xwarinxaneya febrîqeyê bi deng derxistinê çalakî bikin.