Duh Tevgera Gencanî Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşêr bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakî lidar bixin û 97 kes binçav kiribûn.
SILÊMANIYE- Li gorî agahiyên herêmê, îro hêzên asayîşa Silêmaniyê li ser cadeya Seholeke hinek ciwan binçav kirine. Çavkaniyan diyar kirin ku hejmara kesên hatine binçavkirin nizanin, lê derdora 3 kesan dîtine ku hatine binçavkirin.Derbarê sedema binçavkirina ciwanan û nasnameyên wan de agahî nehatin bindestxistin.
Duh jî hêzên asayîşê destur nedabû ku Tevgera Gencanî Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşêr bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakî lidar bixin û 97 kes binçav kiribûn. Di nava kesên hatine binçavkirin de 4 rojnamevanên ku bûyer dişopandin jî hene.
Li aliyê din îro jî liv û tevgera hêzên asayîşê di nava bajêr de dewam dike.