Hêza Leşkerî ya Minbiç’ê her diçe zêde dibe; 325 tevlê Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûn

 Li Akademiya Şehîd Yekta dewreya 5`an a bi navê Foc Şehîd Mihemed Zaza bi tevlêbûna 325 şervanan bi dawî bû. Di dewreya perwerdeyê de ku 45 rojan dewam kir, waneyên leşkerî û bîrdozî hatin dayîn.

MINBIC- Li Akademiya Şehîd Yekta dewreya 5`an a bi navê Foc Şehîd Mihemed Zaza bi tevlêbûna 325 şervanan bi dawî bû. Di dewreya perwerdeyê de ku 45 rojan dewam kir, waneyên leşkerî û bîrdozî hatin dayîn.

Di merasîma bidawîkirina dewreyê de, fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil, berdevkê Meclisa Şervan Derwîş û bi dehan fermandar û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê amade bûn.

Şervan Derwîş axivî û bidawîbûna dewreyê li şervanan pîroz kir. Derwîş wiha got: “Piştî we perwerdeya xwe ya fikrî û leşkerî bi dawî kir, hûn amade ne îro ax û welatê xwe biparêzin.”

Derwîş anî ziman ku di vê demê de hemû hêzan ji bo têkbirina îradeya wan, li hev kiriye lê nikarin îradeya wan a ku bi xwîna şehîdan çêbûye, têk bibin. Şervan Derwîş di dawiya axaftina xwe de, soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Di dawiya merasîmê de şervanan sond xwar.

Nivîsa Pêş